Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YNK'ê: Silêmanî Kesekê Gemar Weke Mahir Esed Nahewîne


PUK Logo
PUK Logo

Berdevkê Fermî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê ragihand, ku birayê Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed Mahir Esed nehatîye Silêmaniyê.

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Pîre
ji Dengê Amerîka re got, "Her kesê ku bixwaze bi rêyekê xwe ji Sûriyê bigehîne Herêma Kurdistanê, divê bi rêya Hewlêrê yan jî bi rêya Iraqê were Silêmaniyê, ji ber ku Silêmanî ne li ser sînorê Sûriyê ye."

"Balafirgeha Silêmaniyê ji firokexaneya Şamê re ne vekiriye û Silêmanî jî ne li ser behrê ye, lewma ne mûmkine kesek bikare peyade ji Sûriyê were Silêmaniyê, nûçeya hatina Mahir Esed bo Silêmaniyê siyasî ye." Pîre got.

Mahir Esed, fermandarê firqeya 4 a zirxî ya artêşa Sûriyê bû, bi kuştina xelkê Sûriyê û bazirganiya madeyên hişber tê tohmetbarkirin ku Captagon jî di nav de ye.

Mahir Assad
Mahir Assad

Hin medyayên Erebî roja Sêşemê ragihandin ku Mahir el-Esed birayê serokê berê yê Sûrî Beşar el-Esed, ji Sûrîyê reviyaye Îraqê.

Pîre wiha got, "Ti kes nehatiye Silêmaniyê û Silêmanîyê û kesekî pîs weke Mahîr Esed venaşêre."

"Gelek caran dema herêmên Silêmaniyê tên bombebarankirin, hinceta hebûna PKK’ê û terorê tê dayîn, ev hemû derew û xapandin in."

Weke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), berpirsên PKK jî red dikin ku birayê Serokê berê yê Sûriyê Mahir El Esed ne revîyaye herêmên di bin kontrola wan de li Çiyayê Qendîlê."

Berdevkê PKK'ê Zagros Hîwa ji Dengê Amerîka re got: "Îdîayên ku dibêjin du berpirsên rejîma Sûrî ya berê li Qendîlê ne, bi temamî ne rast in. Ev weke şerekî pysîkolojîk li dijî gelê Kurd e."

"Ev nûçeyên sexte û helmetên reşkirinê li gel rastiya siyasî û erdnîgariya Iraq û Başûrê Kurdistanê negincayîne, lê armanc ew e ku zemîneke destwerdan û aloziyê çêbikin."

Roja 7.12. 2024an hejmareke zêde ya leşkerên artêşa Sûriyê bi hemahengiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi rêya deriyê sînorî yê Qayimê ji Sûriyê derketin û derbasî nav axa Iraqê bûn.

Nûçeya reva Mahir Esed bo Silêmaniyê û ber bi Çiyayê Qendîlê ve di demekê de ye ku pêştir hinek kenalên medyayî belav kiribûn ku Mahir Esed ji Iraqê çûye Îranê û ji wir jî ber bi Rûsyayê ve çûye.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê, Lîwa Miqdad Mîrî got, "Raportên derbarê hebûna Mahîr Esed li nav axa Iraqê bêbingeh in."

Berdevk bang li kenalên ragihandinê kir ku di weşandina nûçe û agahiyan de baldar bin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed û malbata wî li Rûsyayê ne, lê heta niha çarenivîsa birayê wî Maîr Esed nehatiye eşkerekirin.

YNK Daxuyani - Mahir Esed
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00
XS
SM
MD
LG