Serokê Venezuela Nicolas Maduo dîyar kir ku Amerîka dijî wî plana kuştinkarîyê dike û hewil dide ku hikûmeta wî têk bibe.
Maduro ji rojnamevanan re îdia kir ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton jî di nav kesên plana kuştina wî dikin de ye.
Wî li qesira seroktîyê da zanîn ku Bolton bo ‘’plana kuştinkarîyê, şandina leşkerên bîyan ber bi Venezuela ve û têkbirina hikûmeta wî’’ hatiye erkdar kirin.
Serokê Venezuala dîyar kir ku welatê wî bi alîkarîya ‘’dewletên dost’’ re bo têkoşînê hazir e.
Maduro berê jî dîsa gotibû ku Amerîka, Kolombîya û rikeberîya welatê wî hewil didin ku wî bikujin.
Serokê Amerîka Donald Trump ser Maduro gotibû ku ‘’dîktator’’ e û dijî Venezuela tole ragihandibûn.