Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron û Putin Ser Şerê li Ukrayna Axifîn


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîn.

Her du rêberan ser şerê li Ukryna danûstandin kir. Macron bal kişand ser pêwîstîya agirbestê, lê Putin jî ji Rojava xwest ku ‘’bo Kîev dawî li zilma xwe bîne’’ zexta li ser Ukrayna zêdetir bike.

Qesira Elysee ragihand ku Macron ji Putin re gotiye ku rewişa Donbas û Mariupolê fikaran çêdike û dîyar kir ku agirbest hewce ye.

Li gor daxuyanîya qesirê, Macron ji Putin xwestiye ku Rûsya li gor berpirsîyên xwe yên navneteweyî tevbigere û dawî li êrîşên xwe yên li Ukrayna bîne.

Ajansên Rûs jî dîyar kirin ku Putin ji Rojava xwestiye ku zexta li ser Ukrayna zêdetir bikin û ‘’dawî li zilma wê’’ bînin.

Putin daye zanîn ku Rojava dikare dawî li mirinên sîvîlên Donbasê bîne.

Rûsya dibêje ku wê ti tawana cengê nekiriye, û ser kuştina sîvîlan nijadperestên Ukrayna tawanbar dike.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibate de destpê kir û ji wê çaxê vir welatên Rojava dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG