Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, bo berdana rojnamevanê Fransî Loup Buerau, bi hevtayê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re axifî.
Qesra Elysee, bi daxuyanîyekê ragihand ku Macron, bi rêka telefonê fikarên xwe yên derbarê girtina Buerau ji Erdogran re gotine û ji wî xwestîye ku rojnamevanê Fransî demûdest were berdan.
Elysee herwiha dîyar kir ku her du serok, dê hefteya pêş jî ser Bureau biaxifin.
Buerau, piştî ku derbarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nûçe amade kiribû, di 26’ê Tîrmehê de, dema ji Xaburê ketibû Tirkîyê hatibû desteser kirin.
Bureau bi ‘’alîkarîya rêxistina terorî’’ tê tawanbar kirin.
Li gor raporên Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF), li Tirkîyê pirtir ji 160 rojnamevan û xebatkarên medya girtî ne.