Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron û Serokwezîrê Îraqê Sudanî bi Telefonê Peyîvîn


Ofîsa Serokê Fransa Emmanuel Macron bi daxuyanîkê ragihand ku Macron do Sêşemê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re bi rêka telefonê peyîvîye.

Ofîsa Macron dîyar kir ku her du rêberan ser xeterîya berdevam ya rexistina tundrew Dewleta Îslamî (DAIŞ) axifîne.

Li gor ragihandina Ofîsa wî, Macron di hevdîtinê de ji El-Sudanî re, di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgirîya Fransa careke din piştrast kiriye.

Hevdîtina her du rêberan piştî bûyereke girîng pêk hat, piştî ku sê leşkerên Fransî vê dawiyê di operasyonê de li Îraqê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG