Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Rûsya bi Vekişîna ji Peymana Genim Şaşitîyeke Mezin Kir


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Rûsya jiber vekişîna ji peymana dexlûdan rexne kir û got ku Moskowê bi vekişîna ji peymanê şaşîtîyeke mezin kiriye.

‘’Wan biryar da ku xwarinê wek çek bibînin ku li gor min ew şaşîtîye mezin e. Dewletên ku bawerîyên xwe bi dexlûdanên ji Ukrayna û Rûsya anîne, êdî ditine ku ew nikarin bi Moskowê bawer bikin," Macron got.

Wezîrê Çandinî yê Polonya Robert Telus jî Rûsya jiber vekişîna ji peymanê rexne kir û got ku Moskow dexlûdanan wek çekan dibîne.

Telus bang li dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku rewşa veguhestina dexlûdanên Ukrayna baştir bikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG