Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Tevî Şaşiya Dîrokî Ya Putin, Divê Sivikatî Bi Rûsyayê Nebe


Serokê Fransayê Emmanuel Macron
Serokê Fransayê Emmanuel Macron

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku pir girîng e sivikatî bi Rûsya neyê kirin da ku dema şer li Ukraynayê raweste çareseriyek dîplomatîk were dîtin, û got ku ew bawer dike Parîs dê rola navbeynkariyê bilîze ji bo bidawîkirina şer.

Macron piştî êrîşa Mosko li ser Ukraynayê di meha Şibatê de hewl da ku bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re diyalogê bidomîne.

Helwesta wî gelek caran ji hêla hin hevkarên rojhilatî û baltîk ve li Ewrûpayê hatîye rexnekirin, ji ber ku ew dibînin ew hewildanên fişara dijî Putin li ser maseya danûstandinan têk dibe.

Macron got:

"Divê em sivikatiyê bi Rûsyayê nekin da ku roja şer were rawestandin em karibin bi alavên dîplomatîk rêyeke çareseriyê ava bikin.”

Wî di hevpeyvînekê de, ku roja Şemiyê hate weşandin, ji rojnameyên herêmî re got:

"Ez di wê baweriyê de me ku ev rola Fransa ye, bibe hêza navbeynkar."

Macron ji dema destpêkirina şer ve, bi Pûtîn re bi berdewamî diaxive wek beşek ji hewlên bidestxistina agirbestekê û destpêkirina danûstandineke pêbawer di navbera Kîev û Moskoyê de.

Macron got, "Ez hizir dikim û min jê re got, ku ew ji bo gelê xwe, ji bo xwe û ji bo dîrokê şaşiyeke dîrokî û bingehîn dike."

Fransa ji hêla leşkerî û aborî ve piştgirî da Ukraynayê, lê ta niha Macron neçûye Kîevê da ku piştgirîya siyasî ya sembolîk mîna serokên din ên Yekîtiya Ewropî pêşkêş bike.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG