Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Prof. Dr. Veysel Ulusoy Aborîya Tirkîye Dinirxîn E


Daketina Lîreyê Tikîyê
Daketina Lîreyê Tikîyê

Li Tirkîyê di rojên dawîn de nirxê diravên bîyanî li hember lîreya Tirkî careke din bilind bûn.

Li gor pêzanînên destpêka roja Pêncşemê 1 dolar 8,17 Lîrayê Tirkî, 1 Euro jî 9,59 Lîreya Tirkî ye.

Aborîzan Pr. Dr. Veysel Ulusoy li ser sedemên ketina nirxê Lîrayê Tirkî û bandorên ketina nirxê Lîrayê Tirkî yên ser aborîya Tirkîye nirxandinên girîng kirin. Pr. Ulusoy dîyar kir ku kêmbûna hilberîna berheman û bêkarî, bêbawerîya ser aborîya Tirkîye û sekna hatina diravên germ dibe sedema ketina nirxê Lîrayê Tirkî.

Aborîzan Pr. Dr. Veysel Ulusoy
Aborîzan Pr. Dr. Veysel Ulusoy

"Sedema sereke ya bandora xwe li ser nirxê diravan dike mezinbûna aborîya dewletan e. Li gor pêzanînên fermî, Tirkîye sedî 1,8 mezin bû. Lê xuya dike ku sedema vê yeke ewe ku enflasyon an xelet an jî bi awayekî alîgir hat hesabkirin. Herwiha deynên zêde yên Tirkîye û bêdengetîya pîyaseyan dibe sedema ketina nirxê Lîrayê Tirkî".

Ulusoy bi berdewamî destnîşan kir ku pîyaseya ked an jî zêdebûna bêkarîyê jî ser mezinbûna aborîyan bandorên herî mezin in. Wî ji kar durxistina hin rêvebirên aborîya Tirkîye jî wiha nirxand.

"Pircarî guhartina serokên Banqeya Navendî ya Tirkîye û guhartina serokên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) ku di nava 5/6 salan de 3 caran hat guhartin û guhartina hin revebirên aborîyê hem ser aborîyê bêbawerîyê çêdike, hem jî ser borsayên Tirkîye bandorên xirab dike ku sermayedar naxwazin werin Tirkîye."

Herwiha Ulusoy tîne ziman ku jiber ku Tirkîye gelek berhemên xwe ji derveyî welat dikire bilindbûna nirxê diravên bîyanî rast e rast ser aborîya Tirkîye bandoran xirab çêdike.

"Bi hilberînan Tirkîye dikare bêhnekî fireh bistîne. Bi vê yekê ve girêdayî divê polîtîkayên gîrêdana derve ve werin terikandin. Lê tenê bi gotinan jî nabe, divê dewlet û sektora taybet hevkarîyê bikin û di pîyaseyên çandinîyê de jî hevkarîya dewlet û gundîyan werin kirin."

Pr. Ulusoy herî dawî jî got ku, deynê derve yê Tirkîyê yê ku di nava salekê de bide 200 mîlyar dolar in û wî dîyar kir ku eger polîtîkayên xwedi bawerî neyên bikaranîn aborîya Tirkîye 5/6 salên din jî ser xwe ve nayê.

Raporta Stenbolê 01 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG