Parlemanto ya Lîbyayê ku bingeha wê li rojhilatê welêt e, roja Duşemê dîyar kir ku bo pêkanîna hilbijartinên parlementoyê qanûneke hatiye qabûl kirin.
Li gor qanûnê, hilbijartinên parlementoyê ewê meheke piştî ya seroktîyê werin dar xistin. Tê plan kirin ku li welêt di 24'ê Berfanbarê hilbijartinê seroktîyê pêk were.
Berdevikê parlamentoyê Abdullah Belhaiq ragihand û got ku her yek xaleke qanûnê hatiye pejirandin û her wiha ewê hejmara kursîyên li parlamentoyê di heman hejmarê de, bimîne.
Belhaiq da zanîn ku qanûn ji hêla 70 heya 75 endamên parlementoyê ku amade bûn hatiye qabûl kirin. Li parlementoyê bi tevahî 200 nûnerên ku di 2014'an de hatin hilbijartin, hene.
Wî destnîşan kir ku qanûn li gor rêgezên hilbijartinê yên parlamentoyê yên heyî hatîye çêkirin lê ewê li şûna lîsteyan de, deng bo berbijerên kesane were dayîn.
Li Lîbyayê darxistina hilbijartinekî bo nexşerêya Neteweyên Yekbûyî(NY) ya jibobidawîkirina krîza deh-salî ya li welêt wek xala sereke tê nirxandin, ji serîrakirina 2011'an ya bi piştgirîya NATO'yê ku serok Muammer Qedafî di encamê de têk çû.