Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkaniya Ewlekariyê: Berpirsekî Heyva Sor Ya Lîbya Hatiye Revandin


Karmendên Heyva Sor ya Lîbya
Karmendên Heyva Sor ya Lîbya

Roja Yekşemê Heyva Sor ya Lîbî di daxuyaniyekê de ragihand ku hin kesên nayên naskirin, yek ji berpirsên herêmî yên Heyva Sor ya Lîbiya berî çend rojan li bajarê Ajdabiya yê li rojhilatê welat revandî ye û lêgerîna jibo dîtina wî kesî berdewam e.

Sekirterê şaxê heyva Sor ya bajarî di têkiliyeke telefonî da gotiye Ajansa Nûçeyan ya Fransî AFP ku Rêveberê Giştî yê şaxê Heyva Sor li Ajdabiya Mansour Ati al-Maghrabî ji roja Pêncşemê hinda bûye"Hemî têkiliyên bi Rêveberê Giştî re, hatine qutkirin, piştî ku êrîşkarên nenas ew ji bingeha Heyva Sor derxist bû."

Çavkaniyek ewlekariyê ku nexwestîye nasnama wî bihê zanîn ji Ajdabiya gotiye, desthilatê dest bi lêpirsînan kirîye, çavkanî dibêje "Lêpirsîn tên dom kirin da ku bizanin li kîderê ye û sedema revandina wî çiye."

Şandeya Netewên Yekbûyî ya Piştevaniya Jibo Lîbya (UNSMIL) di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de daxwaza ewelhiya al-Maghrabî kirîye û gotiye" al-Maghrabî roja 3ê Hezîranê hindabûye dema êrîşkarên nenas êrişî otombîla wî kirî û heta nihe ciyê wî nediyare."

Herwiha gotiye"Şandê hewildanên azad kirin wî ya bê merc dide", herwiha tekez "li ser encamdana lêpirsînek zelal ya li ser vê revandina bi zorî " dike.

Lîbya hewil dide xwe ji bêseroberî û nakokiyên heyî rizgar bike yên ku piştî bidawî anîna desthilata diktator Moamer Kadhaf di serhildana Lîbya ya sala 2011ê de ya bi piştevaniya NATO peyda bûyî.

Agirbesta fermî ya ku meha Oktobera borî di navbera herdu aliyên şerker yên rojhilat û Rojava de pêkhatî, pêvajoya aştiyê bi serokatiya Netewên Yekbûyî hatiye destpêkirin û hikûmeteke demkî hatiye ava kirin jibo kar birêvebirinê heta hilbijartinên Dîsembera dahatî.

Herçende agirbest heye, û pêşketin ji aliyê siyasî de çêbûne, lê dîsan rewşa ewlekarî nebaşe, bi taybet li rojhilatê welat.

Ajdabiya bajarekî rojhilatê welate ku li jêr kontrola alîgirên Xelîfe Hefter de ye.

XS
SM
MD
LG