Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lukasehnko Dibêje Prigozhin Ne li Belarûsê Ye


Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukashenko got ku Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin ne li welatê wan e.

Lukashenko jibo girjîya Rûsya û Koma Wagner navbeynkarî kiribû û wî di 27’ê Hezîranê de gotibû ku Prigozhin derbazî Belarûsê bûye.

Lê Lukashenko îro di preskonferansekê de ji rojnamevan re got ku, Prigozhin ne li Belarûsê ye, lê li St. Petersburgê ye.

Wî got ku ew hîn jî pêşnîyar dike ku hin çekdarên Wagnerê li Belarûsê bi cîh bibin ku dewletên NATO ser wê rewşê nerazîbûna xwe radigihînin.

Rêberên Polonya, Lîtvanya, Letonya ser pêşnîyara Lukashenko gotibûn ku ew ketine fikarên kûr.

XS
SM
MD
LG