Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê: Peqînên li Beyrutê Pirtir ji 70 Kes Kuştin


Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Hamad Hasan dîyar kir ku di peqînên li Beyrut ya paytext de pirtir ji 70 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Hamad Hasan da zanîn ku di wan peqînên hêzdar de 3700 kesên din jî birîndar bûne.

Serokomarê Lubnanê Michel Aoun da zanîn ku peqîn jiber 2750 ton amonyum nîtrat, ku şeş sal in bê tedbîr li herêma benderan e, çêbûye.

Aoun got ku jiber encamên peqînên hêzdar divê ew rewişa awarte ragihînin.

Serokwezîrê Lubnanên Hasan Diab jî dîyar kir ku ewê berpirsên peqînê cezayên xwe bistînin.

Diab da zanîn ku ‘’şapateke neteweyî’’ çêbûye û bang li dewletên ku bo Lubnanê alîkarîyê bikin.

Hizbulah, ku li Lubnanê yek ji tevgerên bi hêz de, piştî peqînan bang li gel kir ku bala xwe bidin ser ‘’yekîtîya neteweyî’’

Îsraîlê piştî peqînan ragihandibû ku ti peywendîya wan bi wê bûyerê re tune û ji Lubnanê re alîkarî pêşnîyaz kiribû.

XS
SM
MD
LG