Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan ji NY Daxwaza Agirbesteke Navbera Hizbullah û Îsraîlê Dike


Lubnan îro Înê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku jibo pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê banga agirbesta demûdest bike.

Serokwezîrê Lubnanê Necip Mikati dîyar kir ku ewê Wezareta Derve ji Civata Ewlekarî ya NY’ê derxistina biryareke ser agirbesteke demûdest derxe.

Mikati dîyar kir ku ew dixwazin ku li başûrê welêt bi tenê artêşa Lubnanê û leşkerên hêzên aştîyê werin bi cîh kirin.

Wî got ku Hizbullah jî wek wan difikire, lê wê komê ser daxuyanîya Mikati hîn ti şîrove nekiriye.

Karbidestên Lubnanî didin zanîn ku di pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê de, ku 3 hefte ne gur bûne, 1200 kes hatine kuştin û jiber pevçûnan pirtir ji 1 mîlyon kes ji derbider bûne.

Hêzên aştî yên NY yên li Lubnanê (UNIFIL) radigihîne ku Îsraîl sê roj in li ser hev êrîşan dibin ser navendên wê.

UNIFIL dîyar dike ku di êrîşên dawî de 2 parêzvanên aştîyê birîndar bûne û operasyonên Îsraîlê fikarên wê kûrtir dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG