Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Firotina Çekan Ya Taywanê Çîn Fîrmên Amerîkî Ceza Dike


Balafira şerker a Lockheed Martin F-35 li bingehke esmanî li Maryland
Balafira şerker a Lockheed Martin F-35 li bingehke esmanî li Maryland

Çînê roja Pêncşemê ser 10 kompanîyên berevaniyê yên Amerîka jiber firotina çekan ji Taywanê re ceza li dij wan ragihandin, gera duyemîn ya toleyên dijî kompanîyên Amerîka bi heman sedemê di kêmtirî hefteyekê de.

Wezareta bazirganî di daxuyanîyeke de got ku kompanîyên Lockheed Martin, General Dynamics, û Raytheon ku "beşdarî firotina çekan ji Taywanê re bûne" hatin xistin ê "Lîsteya Saziyên Nepêbawer" ya Çînê.

Wezaretê dîyar kir wê li kompanîyên tolekirî derfirotin, derkirîn û veberhênanên nû yên li Çînê were qedexe kirin; hevdem wê li rêvebirên wan yên payebilind jî ketina Çînê werin qedexe kirin.

Roja Îna borî Çînê li ser heft kompanîyên leşkerî-pîşesaziya Amerîka tole ragihandibû, ku Insitu ya girêdayê Boeingê ye jî jiber alîkariya leşkerî ya Amerîka ji Taywanê re, di nav wan de bû

Girava xweser, Taywan di navbera Pekînê û Washingtonê de xalek serekî ya nakokîyê ye.

Çîn Taywanê wek beşek ji axa xwe dibîne dike û dibêje ku wê tevî karanîna hêzê, jibo kontrola Giravê her tiştê bike.

Washington, Taywanê bi fermî wek welatek serbixwe nas nake,lê hevbendê wê yê stratejîk û herî mezin dabînkerê çekan e.

Di Berfenbarê de, Serokê Amerîka Joe Biden jibo Taywanê 571.3 mîlyon dolar piştgirîya berevanîyê erê kir.

Berdevika wezareta derve ya Çînê Înîya borî di preskonfêranseke de got: Ev gavana "destwerdana karên navxweyî yên Çînê dike, û ser serwerî û yekparçebûna axa Çînê xeterîyê çê dike".

Çîn di van salên dawî de zexta li ser Taywanê tund kiriye û ji dema ku Serokê wê Lai Ching-te di Gulanê de hat ser kar, sê cara hinderîyên leşkerî yên mezin dar xistin.

Roja Pêncşemê, wezareta bazirganî ya Çînê, 28 sazîyên Amerîkî, ku piranîya wan kompanîyên berevanîyê ne, jî xist nava lîsteya kontrolê ya derfirotinê.

General Dynamics, Lockheed Martin Corporation, û Boeing Berevanî, Feza û Ewlekarî di nav wan kompanîyan de bûn, ku "parastina ewlekarî û berjewendîyên neteweyî, û bicihanîna erkên navneteweyî yên wek neberfirehbûnê", wezaretê got.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG