Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîtvanya Du Derîyên Sînor yên bi Belarûsê re Digire


Lîtvanya îro Înê ragihand ku wê du derîyên xwe yên sînor yên bi Belarûsê re girtine.

Karbidestên Lîtvanya dîyar dikin ku Koma Wagner ya li Belarûsê jibo ewlekarîya welêt fikar çêkirine.

Berdevkê Servîsa Ewlekarîya Sînor Lina Laurinaityte-Grigiene dîyar kir ku derîyên li Sumsko û Tvereciaus bi şev hatine girtin.

Berpirsên ewlekarîya sînor dibêjin ewê li rêkênwan derîyan mîxan bi cîh bikin û li wê herêmê têlên rêsayî deynin.

Peywendîyên Lîtvanya û Belarûsê bi salan e sist in û bi taybetî piştî hilbijartinên serokomarîyê yên Belarûsê, ku wek hilbijartineke sexte tê dîtin, peywendîyên her du dewletan xirabtir bûn.

Belarûsê ser girtina du derîyên sînor bertek nîşan da û got ku ew biryareke tund e.

Li gor karbidestên Belarûsê, Lîtvanya bi biryarên wisa dixwaze li sînor astengan çêke.

Hem Lîtvanya hem Polonya di demên dawî de giranî dane ser xurtkirina berevanîya sînorên bi Rûsya û Belarûsê re.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG