Karbidestên Lîbyayî dibêjin, di êrîşeke esmanî de herî kêm 40 kes zûtirîya îro Înê li rojavayê wî welatî, li nêzîkî sînorê Tûnisê hatin kuştin.
Di êrîşê de avahîyeke li bajarokê Sabratha ya rojavayê Trablus, ku hebûna endamên DAIŞê li wir tê zanîn, hilweşîya.
New York Times ragihand ku firokên cengî yên Amerîkî demeke zûtir ya îro Înê kampeke DAIŞê lui Sabatha kire armanc û pirtir jî 30 tevlîbûyên nû kuştin.
Rojnamê ji zarê karbidestekî Rojavayî ragihand ku armanca serekî ya êrîşê, endamekî Tûnisî ye DAIŞê bû ku peywendîya wî bi du êrîşên mezin li Tûnisê hebû.