Ajansa Reuters li Bajarê Misrate ragihand ku roja Pênşemê 07.01 peqînek mezin li qada perwerdeya polîsan li bajarê Zilîtin yê Lîbya qewimîye heya niha 65 kesan jiyana xwe jidest daye, yek ji peqînên herî mezin li Lîbya tê hesabkirin.
Heta niha hîç aliyekî ev peqîn negirtiye ser xwe, lê di van rojên dawî de çekdarên Îslamî yên radîkal çalakiyên xwe li gelek herêmên welatê Lîbya zêde kirine, tê gotin ku ev peqîn yek ji mezintrîn peqînan bû yên piştî têkçûna desthilata Maamar Qadfî qewimîn ji sala 2011an heya niha.
Şaredarê bajarê Zilîtin Mîftah El-Hamadî got, tirombêlek barhelgir li meydana perwerdeya polîsan li bajêr hatiye peqandin dema polîsên nûhatî di perwerde û rahênan de bûn, şahidên bûyerê dibêjin kuştî û brindarên bûyerê bu nexûşxana Misrate hatine veguhastin, tê texmînkirin ku 65 kes hatbin kuştin ji dervey polîsan kuştiyên sivîl jî hene.
Daişê di nava aloziyên li Lîbya de tên berdewam kirin, bajarê Sêrt kontrol kiriye, dixwazin êrîşên xwe liser herêmên zengîn bi petrolê zêde bikin, herweha doh çekdarên Daişê êrîşî ser dû bingehên petrolê kirin bûn.