Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Du Kes Hatin Kuştin


Li Îraqê Du Kes Hatin Kuştin
Li Îraqê Du Kes Hatin Kuştin

Bi sedema hêrişên bi tûnd û tîjî li seranserî Îraqê roja Duşembî du kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesên dî birîndar kirin.

Li Baxda ya paytext û li rendeka Xedîr, teqîna bombeka ser rêkê polîs kirbûn armanc, kesek kûşt û bi kêmî ve heşt birîndar kirin.

Li rojhelata Bexdayê jî teqîna bombeka ser rêkê dîsan polîs kiribû armanc, şeş kes birîndar kirin, polîs jî di nav wan dene. Li rendeka Felistîn ya Baxdayê bi sedema teqîna otombêlekê kesek birîndar kir.

Li navenda bajarê Kerkûkê jî, polîsek hat kuştin dema teqîna bombeka ser rêkê ew kirî armanc. Çar kesên dî jî birîndar bûne.

Ji bo pêzanînên pitir derbarê hêrişa Kerkukê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêrê Dengê Amerîka Yehya Berzincî.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG