Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Roja Jinan ya Cîhanê Hat Pîroz Kirin


Li Dîyarbekirê Roja Jinan ya Cîhanê Hat Pîroz Kirin
Li Dîyarbekirê Roja Jinan ya Cîhanê Hat Pîroz Kirin

Li Dîyarbekirê 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê li Meydana Îstasyonê bi girseyî hat pîroz kirin. Pîrozbahî li Derîyê Rihayê bi meşekî destpêkir. Jin û keçên ku xwe bi ci lû bergên rengîn û herêmî xwe girêdabûn, li Derîyê Rihayê gihîştin hev. Girse, bi pêşengîya Leyla Zana, Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kışanak, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û bi şaredarên jîn re meşîyan heta qada mîtingê.

Li cîhê lêgerîna polêsan, tiştê ku balê kişand ew bû ku, polêsên jin, girseyê bi qurenfîlan pêşwazî kirin û qurnefîlan dan jinên ku diketin qada mîtingê.

Di mîtinga ku bi dirûşma “Qirkirina Jinan Qirkirina Civakê ye” hate li darxistin, Gulten Kişanak, Aysel Tugluk û Leyla Zana axaftinek kirin.

Hevseroka BDP Gulten Kişanak di axaftina xwe da gotina Wezîra Berpirsa Jin û Malbatê Alîye Kavaf ya ku di derbarê kuştinên jinan de kiribû rexne kir û got “ Alîye Xanim dibêje di destê we de lêkolîn û îsatîstik tuneye, ka hun ji kur derdixin ku ewqas jin rastê qetlîamaê tên.?” Kişanak wezîrê rexne kir û got “ger haya te ji rêjeya kuştinên jinan tunebe, çi karê te heye li ser wî postê?” Gulten Kışanak dîyar kir ku jinên ku dikevin bin gefa kuştinê, xwe davêjin polês û dozgerên dewletê lê ji bo parastina wan bela ku tu hewldan çênabin, piranîya van jinan tên kuştin. Hevseroka BDP got “ev tevger û zîhnîyeta dewletê pêşî li kuştina jinan vedike..”

Kişanak dîyar kir ku di şer û pevçûnan de herî zêde dilê jinan dişewite lê dîsa jî ji bo aşitîyê jî çi destê wan tê dikin. Gulten Kişanak got serokwezîr tehamûlê vê yekê nake û dixwaze devê jinan jî bigre. Hevseroka BDP destnîşan kir ku ewê tekoşina jinê ya ji bo azadî û aşitîyê her bidomînin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD Aysel Tugluk jî axaftinek kir.

Aysek Tugluk di axaftina xwe da destnîşan kir ku di tekoşîna jinan de rola Abdullah Ocalan pir mezin e û got “Jinên Kurd esareta Ocalan weke easerta xwe binav dikin û azadîya wî jî weka azadîya xwe dibînin”

Parlamentera berê ya DEP’ê Leyla Zana jî axivî û got jin û mêr dê ji bo azadîyê bibin yek û ewê bi vê yekîtîyê demokrasîyê bînin Tirkîyeyê. Leyla Zana destnîşan kir ku rojnamegerekî Tirk ev roj di derbarê wê de nivîsîye û gotîye ku ew poşmane ku çima dema ku Leyla Zana hatîye girtin li ber vê neheqîyê ranebûye û lê xwedî derneketîye. Zana got “ Ji bo ku rojnameger sibê roj poşman nebin divê li kurdan bêbextîyê nekin û bila kurdan berî hevdu nedin”

Leyla Zana di axaftina xwe îddîayên ku ji bo Şivan Perwer hatibûn derxistin û bertêkên ku li hemberê wî derketin rexne kir û got” kurdekî ku yê dinê şermezar bike, di rûmetîya wî da kêmasî heye, divê kurd tehamûlê hevdû bikin û li rûmetên xwe xwedî derkevin” Hêjayê bibîrxistinêye ku ji ber ku Şivan Perwer derketibû televizyona dewletê ya kurdî TRT Şeş (6) di derheqê wî da gelek rexne û nexweşî derketibû holê.

Leyla Zana di dawîya axaftina xwe da destnîşan kir ku ger jin bi xwe bawer bin û mêjîyê wan ronî be, dê her dem ser bikevin.

Di vê rojê her der ji axê zer û tarî bîbû, her çiqas ax û baran bi hev re bibare jî jin û keçên kurd roja jinan a cîhanê bi govend û dîlanê û bi coşîyeka mezin pîroz kirin. Pîrozbahîyên ku ku di bin ax û baranê da dewam kir, bi konsertan bi dawî bû.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG