Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka Berê ya Meclîsa Sivîl ya Reqayê Leyla Mistefa Koça Dawî Kir


 Hevseroka berê ya Meclîsa Sivîl ya Reqayê Leyla Mistefa
Hevseroka berê ya Meclîsa Sivîl ya Reqayê Leyla Mistefa

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê (AANES) ragihand ku hevseroka berê ya Meclîsa Sivîl ya Reqayê Leyla Mistefa îro Şemîyê jiber nexweşîya pênceşerê koça dawî kiriye.

Rêvebirîya Xweser got ku Mistefa sê meh berê bi nexweşîya pênceşerê ketiye û ew îro piştî nîvro li Şamê, dema ku neştergerîyê derxistina kîstên kezebê derbaz dikir, jîyana xwe ji dest daye.

Mistefa, ku ji Reqa bû, berîya destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê, di 2013an de li zanîngehê beşa endezyarîyê qedandibû.

Dema ku koma çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) kontrola Reqa bi dest xist, Mistefa tevî malbata xwe koçî Hesekê kiribû, lê bi azadbûna bajêr, ew vegerîbû Reqayê û wek endezyar beşdarî xebatên jinûve avakirina bajêr bûbû.

Brett McGurk û Gen. James B. Jarrard li Leyla Mistefa guhdar dikin (10/07/2018)
Brett McGurk û Gen. James B. Jarrard li Leyla Mistefa guhdar dikin (10/07/2018)

Mistefa di civîna damezirîner ya 2017’an de, bi erêkirina zêdetirî 120 beşdarên ji pêkhateyên xwecîhî, serokên eşîran û rihsipîyên Reqayê, wek hevseroka Meclîsa Sivîl ya Reqayê hatibû hilbijartin.

Mistefa ji 2017’an heya 2022’an wek hevseroka Reqayê bo 5 salan wek hevbajarvan, hevseroktîya Meclîsa Sivîl ya Reqayê kir.

Mistefa di 2021’an de ji alîyê Weqfa Şaredarên Bajaran ve Xelata Bajarvana Cîhanê wergirtibû ku ew xelat jibo bajarvanên herî serketî yên cîhanê tên dayîn ku bi dirustî, dadmendî û wekhevî xizmeta welatîyên xwe dikin.

Mistefa herwiha di dîroka Reqayê de jina yekê bû ku bo posteke revebirinê ya payebilind hatibû bijartin.

Belavbûna nûçeya mirona Mistefa di nava civakê de xemgînîyeke mezin veda.

Serfermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlum Ebdî bi peyameke li ser X’ê Leyla xemgînîya xwe dîyar kir û ji malbata wê û ji gelên herêmê re sersaxî xwest.

Ebdî di peyame xwe de Leyla, wek rêbereke mezin û sembola wekhevî û mirovahîyê bi nav kir.

“Leyla, sembola jina azad bû, jibo avakirina sîstema Rêvebirîya Xweser têkoşîneke mezin nîşan da û pêyvajoya têkbirina hişmendîya terorîst ya DAIŞ'ê bi rêve bir. Wê, jibo ku aramî û jîyana hevbeş pêk were xebateke mezin kir,” Ebdî got.

XS
SM
MD
LG