Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen, Serokwezîrê Hungarî Orban bi Tundî Rexne Dike


Ursula von der Leyen û Viktor Orban li Macaristanê (Arşîv)
Ursula von der Leyen û Viktor Orban li Macaristanê (Arşîv)

Seroka Komîsyona Ewrupî Ursula von der Leyen îro Çarşemê got ku Macaristan ewlehîya Ewrupî dixe xeterê.

Von der Leyen di gotûbêjeke Parlamana Ewrupî ya li Strasbourgê de Serokwezîrê Macaristanê yê neteweperwer Viktor Orban rexne kir ku wek dewletên din yên Ewrupî naxwaze dijî êrîşkarîya Rûsyayê alîkarîya Ukrayna bike û biryar daye ku têkilîyên bi Moskow û Pekînê re xurt bike.

Sîyasetvana Alman ya rastgir û wezîra berê ya berevanîyê, von der Leyen got ku cîhan dîdevanîya hovîtîya şerê Rûsya kir, lê dîsa jî hin kes hene ku ne dagirker, lê welatê dagirkî sucdar dikin.

"Hîn hin kes hene ku sûcê vî şerî navêjin ser destdirêjîya Serokê Rûsî Vladimir Putin ya ser axa Ukraynî, lê tîbûna Ukraynîya ya jibo azadîyê gunehbar dikin. Loma jî dixwazim ji wan bipirsim gelo hunê Macaran jibo dagirkerîya Sovyetê ya sala 1956an tawanbar bikin?”

Orban di bersîva xwe de got ku wî ji axaftina von der Leyen matmayî ma jiber ku navbera serhildana têkçûyî ya Macaristanê ya 1956’an ya dijî zordestîya Sovyetê û şerê Ukrayna yê jibo parastina axa peywendî tuneye.

Wî banga xwe ya agirbestê li Ukrayna careke din dubare kir.

Orban ji sala 2010’an vir ve li ser desthilatê ye û welatê wî niha jibo şeş mehan seroktîya demkî Yekîtîya Ewrupî dike.

Ew gelek caran bi sazîyên Ewrupî re dikeve nava nîqaşên tund jiber fikarên ku pîvanên demokratîk yên li Hungarya tune dike û li dervayê sîyaseta Yekîtîya Ewrupa têkilîyên nêzîk bi Rûsya û Çînê re datîne.

Orban di Tîrmehê de, di dema seroktîya Macaristanê de, bê kordînasyona bi hevkarên xwe yên Yekîtîya Ewrupî re çûbû Moskow û Pekînê û ew serdana xwe "erka aştîyê" bi nav kiribû.

Von der Leyen herwiha du biryarên Macaristanê anîn bin rexneyen ku qedexeyên dayîna vîzayên jibo Rûs û Belarûsîyan sivik dike û rê dide peymana hevkarîya navbera Budapest û Pekînê ku destûr dide polîsên Çînî ku li Macaristanê bi polîsên Hungarî re nobedarîyê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG