Wezareta navxweyî ya Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku Bexda wê îro Pêncşemê dest bi radestkirina leşkerên Sûrî bike ku ji êrîşa komên serhildayan ku bû sedema tekçûyîna rejîma Beşar Esad revîbûn.
Esad ji Sûrîyê revîyabû Rûsyayê, piştî ku di 8’ê Berfanbarê de serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), di encama êrîşeke nişkeveyî ya 12 rojan de kontrola paytext Şamê bi dest xistibû û desthilatdarîya wî têk biribû.
Di wê demê de, jêderekî ewlekarî yê li Bexdayê gotibû ku wan hiştiye ku bi sedan leşkerên Sûrî yên direvin, ji derîyê sînor ya El-Qaim re derbazî nava Îraqê bibin.
Berdevikê wezareta navxweyî ya Îraqê Miqdad Mîrî got ku wê leşkerên Sûrî ji heman derîyê sînor werin radest kirin.
Karbidestekî payebilind yê Îraqê, ku nexwest navê wî were eşkere kirin, got ku radestkirina leşkerên Sûrî wê di bin çavdêrîya rêxistinên navnetewî de pêk were.
Desthilatdarên nû yên Sûrîyê bang li leşker û polîsên serdama Esad dikin ku çekên xwe deyînin û navên xwe li desthilata nû tomar bikin.
Cîgirê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş yên Îraqê General Qeys el-Mihemedawî roja Çarşemê ji medya Îraqê re gotibû ku nav, amûr û çekên leşkerên berê bi baldarî hatine tomar kirin.
Jêder: AFP