Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Dibêje Pirtir ji 400 Hezar Kes Derbazî Sûrîyê Bûne


Hikûmeta Lubnanê îro Duşemê ragihand ku bi gurbûna girjîya Hizbullah û Lubnanê re pirtir ji 400,00 kes revîne Sûrîyê.

Hêzên Îsraîlî û çekdarên Hizbullahê ji sala borî vir ve li sînor pev diçûn û ew pevçûn du hefte ne gurtir Bûne.

Li gor ragihandina hikûmeta Lubnanê ji 23’ê Îlonê heta Şemya borî vir ve pirtir ji 300,000 Sûrî vegerîne Sûrîyê ne ku ew jiber şerê li welatê xwe derbazî Lubnanê bûbûn.

Hikûmetê dîyar kir ku hejmara Lubnanîyên ku derbazî Sûrîyê bûne pirtir ji 102 hezar kes in.

Ji alîyê din ve karbidestên Filîstînî jî dîyar dikin ku ji destpêka şerê Gaza vir ve bi qasî 100 hezar Filîstînî ji Kerta Gaza derbazî Misirê bûne û li wir bê statu dijîn.

Pevçûnên li Gaza bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê gur bûn ku di wan êrîşan de li gor Îsraîlîyên 1200 kes hatin kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatin girtin.

Pirtir ji 100 dîl hîn di destê Hamasê de ne.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha bi qasî 42 hezar Filîstînî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG