Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Pelosi bo Hêrsa Çînê Rake Serdana Taywana Dike


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov dîyar kir Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi bo hêrsa Çînê rake serdana Tayvanê kiriye.

Lavrov di serdana Myanmarê de Amerîka rexne kir û da zanîn ku ew tevgera Washingtonê bê ceza maye.

‘’Dizanin ku wateya wê serdanê bo Çînê çi ye, bo acizîyê çêkin wisa kirine, ez wekî din ti sedemê nabînim.’’ Lavrov got.

Pelosi roja Sêşemê derbazî Tayvanê bû û vê serdanê kir ku Çîn bertekên tund nîşan bide.

Rûsya ku di salên dawî de yek ji hevbendên girîng yên Çînê ye derbarê serdana Pelosî hişyarî da û dîyar kir ku ew rewiş girjîyê gurtir dike.

Pekîn û Moskow, Tayvanê wek parçeyeke Çînê dibînin û dijî serxwebûna wê disekinin.

XS
SM
MD
LG