Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Bang li de Mistura Dike ku Kurdan Vexwîne Danûstandinên Cenevrê


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Înê bang li nûbere taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê, Staffan de Mistura kir ku Kurdan jî vexwîne danûstandinên Sûrî.

“Ez pêgîr im ku divê Staffan de Mistura tdawetnamê bişîne Kurdan jî. Destpêkirina danûstandinan bê Kurdan wê bibe nîşana bêhêzbûna civata navnetewî," Lavrov di civîneke çapemenîyê de, li pêş nûçegîhanan got.

Lavrov bi berdewamî got, danûstandinên bo avakirina sîstemeke nû ya rêvebirinê ku reforman û hilbijartinan pêk bîne, nabe bê Kurdan be.

“Eger ku Kurd di danûstandinan de cîh negirin, wê bibe binpêkirina herî xirab ya mafên pêkhatîyeke mezin û girîng ku li Sûrîyê dijîn.”

Lavrov bal kişand ku Kurd hevalbendên hem koalîsyona Amerîkî, hem jî ya Rûsya ne û herî kêm 15 ji sedê nîfûsa Sûrîyê pêk tînin.

XS
SM
MD
LG