Lînkên eksesibilîtî

 
Lavrov Dibêje, Amerîka Rojhilatê Sûriyê Dagîr Kirîye û Piştgîriya Cûdaxwazan Dike
Breaking News

Lavrov Dibêje, Amerîka Rojhilatê Sûriyê Dagîr Kirîye û Piştgîriya Cûdaxwazan Dike


Serokê Tirkiyê Erdogan û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov.
Serokê Tirkiyê Erdogan û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Pêncşemê got ku divê "berjewendîyên rewa yên ewlekarîya Tirkîyê" li bakurê rojhilatê Sûrîyê bên dabînkirin û got, dewlemendî û pereyên herêmê ji bo piştgirîkirina "civakên cudaxwaz" tên xerckirin.

Lavrov got "Divê ev berjewendiyên ewlekarî yên rewa bên dabînkirin, lê bi awayekî ku Sûriye serwerî, yekparçeyiya xaka xwe û yekitiya xwe biparêze. Û serkirdayetiya Tirkiyê jî li ser vê yekê diaxive û em piştgiriya wê dikin."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja 26ê Kanûna Yekem li Moskowê di civîneke çapemeniyê de got: "Em fikarên rewa yên serkirdayetiya Tirkiyê û gelê Tirkiyê derbarê ewlekariya sînorên bi Sûriyê re fam dikin, ku di nav wan de gelek bûyerên girêdayî rêxistinên terorîst hene."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê ser hêzên HSD'ê gotibû "divê çekên xwe deynin yan ew; tev' \ekan werin binax kirin."

Hêzên Sûsiya Demokrat HSD'êjî got ku hêzên wan xwe ji bo operasyoneke taybet amade dikin û dê rê bidin komên çekdar yên Tirkiyê ku heta sersalê ji herêmên Serê Kanî û Girê Spî derkevin.

Wezîrê Derve got, divê pirsgirêkên rojhilatê Sûriyê ku bi gotina wî “bi awayekî neqanûnî ji aliyê Amerîkayê ve hatine dagirkirin” bên çareserkirin.

Lavrov got ew beşa Sûriyê ji ber bîrên petrolê û axa xwe ya bi bereket yek ji herêmên herî dewlemend yên welêt e.

"Ev hemû dewlemendî tê derxistin û hinardekirin û pere jî ji bo piştgirîkirina civakên cudaxwaz yên ku Amerîkiyan li rojhilatê welatê Sûriyê ava kirine, tê xerckirin. Divê ev hemû li ber çavan bên girtin."

Lavrov amadebûna welatê xwe ji bo karkirina bi rejîma nû ya Sûriyê re piştî Beşar Esed nîşan da û got, derbarê têkiliyên bi desthilatdarên nû yên Sûriyê re û bi welatên herêmê re di nava têkilyan de ne.

Lavrov tekezî li ser berheviya hikûmeta xwe bo pêwendiyên ligel "hemû hêzên çalak yên civakî û siyasî li Sûriyê" kir, û têkiliyên Rûsya yên bi desthilatdarê nû yê Sûriyê Ehmed Şer'i re, weke têkiliyên "demdirêj û stratejîk" bi nav kirin.

XS
SM
MD
LG