Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeynên Berbijaran bi Nêzîkbûna Hilbijartinên Seroktîya Amerîka Gerim Dibin


Kêmtirî du hefteyan ji hilbijartinên seroktîya Amerîkayê re mane û germahîya kempeynên Demokrat û Komarî her ku diçe zêdetir dibe.

Ev bûye çend hefte ku berbijarê Komarî Donald Trump û hevrika wî ya Demokrat Kamala Harris li heft wîlayetên girîng kempeynên xwe didomînin. Ji ber ku ev wîlayet dê çarenivîsa dengdana 5’ê Mijdarê destnîşan bikin, herdu kandîd bi roj û şevê xebatên xwe yên kempeynkirinê li wir lidar dixin.

Ew heft wîlayet ev in: Arizona, Georgia, Wisconsin, North Carolina, Nevada, Pennsylvania û Michigan.

Li gor qanûna hilbijartinê li Amerîkayê, heta ku berbijarek karibe di kêbirkeya Koşka Sipî de biserkeve, divê herî kêm 270 dengên delegeyên ji seranserê Amerîkayê bidest bixîne. Li van wîlayetan 90 dengên delegeyan yên berdest hene ku heta niha nayê zanîn ewê kî ji herdu berbijaran piranîya wan bidest bixîne.

Serokê berê Barack Obama li dema yek ji mîtîngên piştgirîya kempeyna Harris.
Serokê berê Barack Obama li dema yek ji mîtîngên piştgirîya kempeyna Harris.

Di vê çarçoveyê de, Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, ku Demokrat e, roja Sêşemê berê xwe da wîlayeta Wisconsin û li wir di mîtîngeke berfireh de bang li welatîyên Amerîkî kir ku dengên xwe bidin berbijara Demokrat Harris.

Di mîtînga ku li bajarê Madison pêk hat de, Obama got ku serokê berê Trump şîyan nîne ku gereke din ya seroktîyê bike. Di heman rojê de, Trump li dema gotarekê li wîlayeta North Carolina dev avêt Obama û got ku serokê berê yê Demokrat kesekî ne zîrek e û nayê hezkirin.

Berî ku Obama here Wisconsin, Cîgira Serok Harris li wir beşdarî kombûnekê ligel alîgirên Demokrat bû ku siyasetvana Komarî Liz Cheney amade bû. Cheney, keça Dick Cheney, cîgirê serokê berê George Bush, endama Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka bû. Wê bi awayekî eşkere û vekirî piştgirîya xwe bo berbijara Demokrat ragihandîye û bi tundî rexne li berbijarê Komarî Trump kiriye.

Trump li dema mîtînga li Greensboro, North Carolina.
Trump li dema mîtînga li Greensboro, North Carolina.

Ev pêşketin di demekê de tên ku piranîya rawergirtinan nîşan didin ku rêjeya piştgirîyê bo herdu berbijaran li van heft wîlayetên girîng hema hema wekhev in.

Rojnameya Washington Post û Zanîngeha George Mason vê hefteyê encamên anketekê belav kir ku tê de nêrîna 5,000 dengderan li van wîlayetan standibû.

Li her heft wîlayetan, 47% ji dengderan diyar kir ku ewê “bêguman” yan “belkî” deng bidin Kamala Harris. Lê 47% ji dengderan li heman wîlayetan jî da zanîn ku ewê “bêguman” yan “belkî” deng bidin Trump.

Tevî ku hinek cudahîyên biçûk di hûrgilîyên din wekî rêjeya piştgirîya di nav xelkên temenên cuda de bo herdu kandîdan hene, lê dîsa jî ev hejmar rengvedana kêbirkeyeke pir nêzîk e. Pispor jî dibêjin, nayê çaverêkirin ev yek heta roja hilbijartinê, anku 5’ê Mijdarê, were guhertin.

Harris û Trump roja Çarşemê kempeynên xwe li du wîlayetên din yên girîng didomînin. Harris li Pennsylvania beşdarî komcivîneke televizyona CNN dibe û Trump jî du çalakîyan li Georgia pêk tîne.

Di hilbijartinên 2020’an de, Serok Joe Biden li herdu wîlayetan biser ket. Di hilbijartinên 2016’an de jî, Trump herdu wîlayet bidest xistibû.

XS
SM
MD
LG