Karbidestên polîsan li bajarê Las Vegas, Nevada radigihînin ku hejmara qurbanîyên êrîşa ser konsertekê giheştiye herî kêm 50 kesan.
Karbidest didine zanîn ku di êrîşa herî kujêr ya dîroka Amerîkî de pirtir jî 400 kesên din jî birîndar bûn.
Polîsa Metropol ya Las Vegas ragihand ku navê êrîşvan Stephen Paddock yê 64 salî ye û ew jî bajarê Mesquite ya Nevada ye.
Karbidestan dîyar kir ku êrîşvan ji qata 32 ya oteleke bilind gule barandin ser girseyeke pirtir ji 22,000 kesan û beşdarên konsertê hewil dida ku xwe ji guleyan biparêzin.
Şerîfê Polîsa Metropol ya Las Vegas, Joseph Lombardo da zanîn ku hêzên SWAT piştî ku karîbûn têkevin odeya êrîşvan, termê wî dît.
Wî da zanîn ku bi bawerîya wan Paddock xwe kuştiye û heta niha jî sedema êrîşa wî nayê zanîn.