Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lapid û Erdogan li New York Kom Bûn


Medya Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid li New Yorkê kom bûne.

Her du rêber bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Amerîka ne.

Erdogan bi civîna bi Yair Lapid re di pirtir ji 10 salan de cara pêşî bi serokwezîrekî Îsraîlê re civîya.

Peywendîyên Îsraîl û Tirkîyê ew deh sal in qut bûbûn û jinûve çê dibin.

Rêberên her du dewletan di 17’ê Tebaxê de biryar dabûn ku asta peywendîyan normal bikin û gotibûn ku ewê jinûve balyozan bişînin welatên hevdu.

XS
SM
MD
LG