Walîyê eyaleta Louisiana, Jeff Landry bi daxuyanîyekê ji ser platforma X wek kiryareke tundûtûj ya hovane bi nav kir û bang li hemwelatîyan kir ku ji cîhê êrîşê dûr bisekinin.
Senatorê Amerîkî Louisiana Bill Cassidy ji CNN re got ku tevahîya hêzên ewlekarîyê li New Orleans jibo lîstina futbola Amerîkî ya îşev Çarşemê amade bûn. Cassidy got ku niha stadyuma Superdome jiber êrîşê hatiye girtin.
Hêjayî balkişandinê ye ku şênîyên mezin, ku jibo lîstina Sugar Bowl ya futbola Amerîkîya navbera zanîngehan, li New Orleans bûn, di dema êrîşê de li kolanan pîrozbahî dikirin.
Di encama bûyera ajotina maşîneyekê ya ser mirovan de 10 kes li bajarê New Orleans ya istana Louisiana hatibûn kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûbûn.
FBI ragihandibû ku navê bergumanê êrîşê Shamsud Din Jappar yê 42 salî ye ku li dora 03:15 bi zanabûn maşîneya xwe ajotîye ser wan kesan ku sersal pîroz dikirin.
FBI herwiha dîyar kiribû ku di paşê maşîneyê de aleke Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatibû daliqandin loma ew mîna kiryareke terorî vekolîna êrîşê dikin.