Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Laleş ya Êzîdîyan 4 Pirtûkên Nû Weşandin


Merasîma bo dîyarkirina 4 pirtûkên ji hêla Bingeha Laliş, Duhok, 25 Cotmeh,2022
Merasîma bo dîyarkirina 4 pirtûkên ji hêla Bingeha Laliş, Duhok, 25 Cotmeh,2022

Bingeha Laliş ya rewşenbirî û civakî ya li Duhokê doh Sêşemê di derbarê dîrok û çanda Êzîdîyan de 4 pirtûkên nû weşand.

Ev çar 4 pirtûkên nû bi pêşengîya pişka Vekolînan ya Bingeha Laliş, ji hêla
Desteya Bilind ya Bingeha Laliş ve hatine amade kirin û weşandin.

Desteya Bilind ku di Kongreya 4‘an te hatiye damezrandin armanca xwe ya yekê wek nivîsîn û tomarkirina dîrok û çanda Êzîdîyan di çarçoveya rewşenbîrîya Kurdî dîyar dike.

4 pirtûkên ku bi zimanên Kurdî û Erebî ji alîyê nivîskarên nav û deng hatine nivîsîn wiha ne:

1. Sîyaseta Brîtanî beramber Kemîneyên olî li Îraqê (1914, 1941) Dr. Adnan Zeyan Ferhan
2. Peyvên Kurmancî di zimanê xelkê Başîk û Behzanê da (Ereb Şingalî)
3. Têgehê xwedawendîyê li cem Êzidiyan, Zeredeştiyan, Sabiyên Mendayî (D.Henan Nurî Elyas
4. Hindek vekolîn li dor edeb û rewşenbîrîya Kurdî (Hecî Cehfer).

Desteya Bilind dide zanîn ku ev 4 pirtûk berhemên yekê ya xebatên wê ye û ewê bi projeyên nû van xebatan bidomînin, bi taybet jî çapkirina pirtûkên ser ol, mêj, çand û edebîyata Êzîdîyan bi lêkolînên nû serdemî.

Karwan Hecî berpirsê rewşenbirî li desteya bilind ya bingeha Laliş behsa vê projê weşandina 4 pirtûkan kir û giringîya berhevkirina belgeyên ser Êzîdîyan anî ziman.

Dr. Seîd Xodêda jî behsa siyaseta Brîtanîya ya hember kemanîyên li Îraqêyên wek Êzîdî, Mesîhî, Cîhû û Sabîyên Mendayî kir.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Bingeha Laliş ya Êzîdîyan de 4 Pirtûkên Nû Weşand
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00
XS
SM
MD
LG