Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Biryara Dadgehê ya Cezakirina Leyla Guven Şermezar Dike


Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (TDK) û parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Guven, bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê kirinê” ve 11 sal û 7 meh ceza girt.

Li ser dayîna vê cezayê, Navenda Giştî ya HDP’ê û Meclîsa Jinê ya HDP bertek nîşan da û ev ceza şermezar kir.

Meclîsa Jinê di daxuyanîya xwe ya nivîskî de ev ceza wek operasyoneke tolhildanê nîşan da û bertekên xwe jî wiha dîyar kir:

“Parlamentera me Leyla Guven bi 11 sal û 7 meh hate ceza kirin. Eva operasyoneke tolhildanê ye. Ne pêkan e ku hun bi çavtirsandina ser jinan, me ji sîyasetê dur bixin. Emê her gav û li her derî disa jî gotinê xwe bibêjin. Têkoşîna Leylayê têkoşîna me ye.”

Guven niha li Girtîgeha Xarpêtê (Elazixê) di Tîpa T de zîndan kirî ye. Îfadeya herî dawî ya darizandina Guven ji girtîgehê bi Sîstema Ragihandinê ya Deng û Vîdeoyê (SEGBÎS) hatibû girtin.

Piştî parastina Guven, heyata dadgehê di 3 axaftinê wê de, yên ku di navbera salên 2015 û 2019’an de kiribûn, wek tawana “propagandaya rêxistina terorê” pejirand û 11 sal û 7 meh ceza da wê.

Guven, li ser SEGBÎS’ê di parastina xwe de axaftinê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku tê de gotibû “Kurdistan” jî bi bîr anî.

“Gava ew bibêjin Kurdistan bi wan tişte nabe, lê dema em bibêjin Kurdistan, wê gavê me terorîst bi nav dikin. Ev 30 sal in ku ez bi demokrasîyê bawer bûme û we jî 22 sal ceza daye min. Lê ez dizanim ku hun di vê dosyayê de jî dê ceza bidin min. Min ji were di dema berê de jî gotibû, Kurdîsta cografyayek e.”

Guven, di sala 2015’an de wek parlamentera HDP’ê ji Rihayê hatibû hilbijartin û di hilbijartina sala 2018’an de jî cara duyê ji Colemergê hatibû hilbijartin.

Di derheqa Guven de di bîdayetê de lêpirsîneke ser Koma Civakê Kurdistan (KCK) hatibû vekirin. Parlamentara HDP’ê ya berê Guven, pêşî li Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê ya 2’yan jiber hinceta “endamtîya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meha ceza girtibû. Lê, di 22 Berfanbarê 2019’an de jî li Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê ya 9’an 22 sal û 3 meh ceza girtibû.

Piştî van cezayan jî parêzbenîya Guven di sala 2020’an de di meha Hezîranê de ji alîyê meclîsa Tirkîye ve hatibû rakirin.

ED_18_10_2022_Leyla_Guven_Ceza.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG