Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kyiv: Serokatiya Rûsya bo Encûmena Ewlekariya NY Derbeyeke Sembolîk e


Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî
Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî

Berpirsekî radebilind ê Ukraynayê roja Şemiyê rexne li 'derbeya sembolîk' kir ku Rûsya serokatiya dewrî ya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike û got, "Ew ne tenê şerm e. Ew derbeyeke din a sembolîk e ji bo sîstema bingehîn a têkiliyên navnetewî."

Roja şemiyê Rûsyayê serokatiya Encûmena ewlehiyê ya bilind a Neteweyên Yekbûyî kir, ku her meh dizivire. Cara dawîn ku Mosko post girt di Sibata 2022an de bû, dema ku leşkerên wê dest bi êrişek berfireh a Ukraynayê kirin.

Kremlin roja Înê got ku ew plan dike "hemû mafên xwe bi kar bîne" di rola xwe de.

Amerîka roja Pêncşemê bang li Rûsyayê kir ku " bi awayekî profesyonelî tevbigere" dema ku ew rola xwe werdigre, û got tu rê tune ku Mosko ji postê asteng bike.

Karbidestê Ukraynayê Yermak, her wiha rexne li Îranê jî kirin, ku Kyiv û hevbendên Kyivê wê bi dabînkirina çekan ji Rûsyayê tawanbar dike, di nav de jî bi sedan dronên êrîşkar ku binesaziya Ukraynayê dixin xeterê. Tehran dayîna çekan ji Rûsyayê red dike.

Yermak li ser pişûya Cejna Komara Îslamî ya Îranê nivîsî: "Gelekî diyar e ku di cejna dewleteke terorîst de "Îran", dewleteke din a terorê" "Rûsya" dest bi serokatiya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG