Mazlum Abdî, Fermandarê giştî yê HSD li ser hesabê xwe yê Xê got ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li Heleb, Til Rifat û Şehbayê bi lehengî parastina gel kir.
"Em kar dikin ku bi hemû alîyên Sûrîyê re danûstandinê bikin da ku parastina gelê xwe misoger bikin û wan bi awayekî ewle ji herêmên Til Rifat û Şehba derxin herêmên me yên ewle li bakur û rojhilatê welêt."
Abdî di berdewamîya peyama xwe de got ku berxwedana hêzên wan li taxên Helebê jibo parastina Kurdan didome.
Li alîyekî din, li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi dest xist ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) av û elektrîk ji ser taxên Kurdan birî ne.
Parêzer Alaiddîn Kalo ku li Şêx Meqsûd dimîne, ji Dengê Amerîka re got ku rewşa Kurdan li Şehbayê pir zehmet e.
"Li taxa Şêx Meqsûd her kes di mala xwe de ye, bê dengî heye," Kalo got.
Li gor agahîyan, bi hezaran Kurdên Efrînî li Şehbayê li çolên vekirî şevek pir sar derbaz kir.
Ciwana, derbiderka Efrînê ye ku ew jî li devera Şehbayê asê maye, di nameyeka nivîskî de jibo Dengê Amerîka got ku kalemêrek şeva borî jiber sermayê jîyana xwe ji dest da.
"Zarok û jin li çolek vekirî ne û pir sar e. Çekdaran em dorpêçkirine, û fîşekan di ser serê me re davêjin, em nizanin çarenûsa me çi ye, " Ciwana got.
Çalakvanê Kurd ê Êzdî Cabir Cendo dibêje ku bi hezaran Kurd, di nav wan de bi sedan Êzdî li Şehbayê ji alîyê çekdarên bi ser Tirkîyê ve dorpêçkirî û di bin gefa komkujîyê de ne.
Cendo bang li cîhanê kir ku rê nedin cîhadîyên ku komkujîya Şengalê li Şehbayê dûbare bibe.
"Yên ku êrîşî Kurdên Şehabyê dikin Daişî ne, bi heman îdyolojîya Daişê ne, gefa dûbarkirina Şengalê li Şehba heye," Cendo got.
Li gorî agahîyan, hewlên dîplomasî yên Rêveberîya Xweser jibo vekirina korîdoreke ewle didom in, lê heya dema amadekirina vê raporê encam ne hatine dîyar kirin.