Li Gor Raportên KCDP û TKDF Kuştina Jinan Zêde Dibe
Li gor raportên Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP) û Federasyona Komelên Jinan ya Tirkîyê (TKDF) jin herî zêde li rojavayê Tirkîyê herî kêm jî li herêma Kurdan hatine kuştin.
KCDP, di raporta herî dawî ya Tîrmeha 2024’an de radigîhîne ku li Tirkîyê 23 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin 23 jin jî bi guman mirî hatine dîtin.
Li gor vê raportê li herêma Kurdan ti jin ji alîyê zilaman ve nehatine kuştin 23 jin jî, Stenbol û Enqere di serî de, li 16 bajarên rojavayê Tirkîyê hatine kuştin.
Ji 23 jinên ku mirî hatine dîtin, 2 li Amed, 2 li Ruha, 2 li Semsûr û 1 li Sêrtê û yên yên mayîn jî li rojavayê Tirkîyê hatine dîtin.
Tirkîyê di nîvê yekê anku 6 mehên dawî ya sala 2024’an de 205 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin 117 jin jî bi awayekî gumanbar mirî hatine dîtin.
Li gorî daneyên KCDP’yê nîva sala 2024’an de 34 jin, di 10 salên dawî de jî 543 jin ji alîyên zilaman ve bes li Stenbolê hatine kuştin.
Sekretera Giştî ya KCDP Fîdan Ataselîn sedama zêde kuştina jinan nîrxand û got:
“Li Tirkîyê kuştina jinan ranaweste, lê herî zêde jî li Stenbolê jin tên kuştin. Gelek sedemên wê hene: Stenbol bajarekî metropol e jiber ku nifûsa herî zêde li nav bajarên Tirkîyê li Stenbolê ye. Jin dikarin li Stenbolê bi awayekî azad bijîn, jiber wê jî nakokîyên kevneşopî li hemberî jîyanên modern di kuştina jinan de rola serekî digire.”
Li gor Ataselîn, di kuştina jinan de kêmahîyên rêveberîya herêmî jî cîyekî girîng digre. Ataselîn, jibo jinan kreş, cîkirin, xeta telefonê ya tundûtûjiyê, alîkarîya madî û her wekî din sedeman dîyar dike
Li tevahîya Tirkîyê jî ji sedî 5 di kuştina jinan de zêdebûnî pêk hatîye. Di nav 10 salên dawî de 3.645 jin ji alîyên zilaman ve hatine kuştin.
Li gorî raporta Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK) di nav 5 salên dawî de 910 jin, li gorî daneyên KCDF’yê jî 961 jin hatine kuştin. Ataselîm, vê ferqê di pênasekirina kuştinê de dibîne. Ew radigîhîne ku KCDF li gor lîteratura navnetewî, TUÎK jî li gor rêbazên navxweyî kuştina jinan pênase dike.
Seroka Federasyona Komelên Jinan Ya Tirkîyê (TKDF) Canan Gullu radigîhîne ku di kuştina jinan de zêdebûna neyekitîya civakî ya cinsî jî roleke mezin digre.
“Li welatê me, neheqîya civakî sedema sereke ya kuştinên jinan e. Li gor raporta Yekîtîya Civakî û Cinsî ya Foruma Aborî ya Cîhanê, Tirkîye di nav 146 welatan de di rêza 127’an de ye. Raporta TUÎK’ê ya kuştina jinan, ji rastîyê dûr.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku Tirkîyê di sala 2011’an de Peymana Stenbolê îmza kiribû û di sala 2021’an de jî ji vê peymanê dest vekişand. Rêxistinên jinan radigîhînin ku piştî ku Tirkîyê ji Peymana Stenbolê vekişî kuştina jinan zêdetir bûye.