Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş: Cîhê Çareserîya Hemî Kêşeyên Tirkîyê Parlaman E


Numan Kurtulmus
Numan Kurtulmus

Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş got ku cîhê çareserîya hemî kêşeyên welêt parlaman e.

Kurtulmuş di bernameyeke fitarê de ji rojnamevanan re ser danûstandinên jibo çareserîya pirsa Kurdan got ku ewê bi helwesta hevbeş ya partîyan were çareser kirin.

‘’Gava hewce kir emê jî bikevin mijarê û bikin ku ew mijar bi awayekî zelal, eşkere û ji dil were meşandin.’’

Wî dîyar kir ku di dawîyê de wê parlaman jî li gor berpirsîyên xwe tevbigere.

Kurtulmuş got ku gavên heta niha hatine avêtin jibo Tirkîyeyeke bê teror hatine avêtin.

Serokê parlamana Tirkîyê ser banga Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan got ku divê hemî komên girêdayî wê rêxistinê çekan berdin.

Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.

PKK’ê ser banga Ocalan dîyar kiribû ku ew agirbestê radigihîne û ewê li gor wî tevbigere.

Karbidestên Tirk dibêjin li gor bangê divê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike jî çekan berde.

HSD dîyar dike banga Ocalan gaveke êrênî ye, lê banga wî bi tenê jibo PKK’ê ye ne jibo wan e.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG