Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Tevî Asteng û Gefên Pasdarên Îranê Newrozê Pîroz Dikin


Newroz, Kirmanşah,14 Adar,2024
Newroz, Kirmanşah,14 Adar,2024

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê (KHRN) roja Înê ragihand ku hêzên leşkerî û ewlehîyê yên Îranê jibo rê liber girtina pîrozbahîyên Newrozê li bajarên Kurdan, li gelek cihan xalên kontrolê danîne û yekîneyên çekdar yên giran bi cîh kirine.

“Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) îro li ser rêyên gundên Kanî Sorx û Surk yên Şino yên li parêzgeha Azerbaycana Rojava, wesayîtên bi çekên giran xalên kontrolê danîne, wesayîtên sivîlan didin sekinandin û rêwîyan lêpirsîn dikin,” KHRN got.


Hevdem, Nobedarên IRGC jibo afirandina hawirdorek tirsê û astengkirina kombûnên giştî di nav kolanên Şino de digerin, komê got.

KHRN rave kir ku li Bûkanê jî pîvanên bi heman awayî ragihandine û hêzên IRGC yên li ser rêya gundê Nûwbarê nehiştin ku sivîl jibo pîrozbahîyên Newrozê biçin Çîyayê Tergê.

“Çalakvan û welatîyên Kurd yên li Şino û Bûkanê ji alîyê îstixbarata IRGC û wezareta îstixbaratê ve hatin gazîkirin û ew dijî darnexistina pîrozbahîyên ku ji aliyê dewletê ve nehatine pejirandin, hatine hişyar kirin,“komê got.

Rêxistina mafên mirovan ya Hengaw jî dîyar kir ku li Şino li xalên kontrolê yên IRGC de jiber nerazîbûnên rûniştvanan pevçûn derketine, ku dest hatine dayînê ser hin çekên hêzên IRGC.


Di bersivê de, niştecihan bi hêzên ewlekarî re ketin pevçûnan, ku bû sedema lêdaneke tund li ser hêzên hikûmetê û desteserkirina çekên wan.

Li gor ragihandina KHRN, li Kirmaşanê jî îro hêzên ewlekarî û polîsan bi armanca astengkirina pîrozbahîyên Newrozê yên li Taxa Dola Dirêj gef li berpirsên ahengan xwarine.


Hengawê got ku li Kirmaşanê zordarîya hêzên ewlekarî û polîsan bûye sedema nerazîbûna welatiyên Kurd û girje derketiye.


Tevî hebûna zêde IRCG, gef û zextan jî pîrozbahîyên Newrozê li bajarên Saqiz û Kirmaşanê yên parêzgeha Kurdistanê li gelek navçeyan, li bajarê Melîkşah yê parêzgeha Îlamê bi tevlîbûna girseya gel bi awayekî serketî hate lidarxistin, KHRN got.

Hengawê jî bal kişand ku li Malekşahê tevî zext û gefên IRCG û yên meleyê taybet yê Elî Xamineyî, pîrozbahîya Newrozê bi beşdarîya berfireh ya xelkê bi coşek mezin hatiye dar xistin.


Berîya niha, Allah-Nûr Kerîmî-Tebar, meleyê erkdarkirî yê Xamineyî li Îlamê îdia kiribû ku pîrozbahîyên bi vî rengî yên Kurdan dijî çand û edetên civakê ne û ji aliyê "dijmin" ve têne darxistin û herwiha wî li berpirsên ahengê gef xwaribû.

Jêder: KHRN, Hengaw

XS
SM
MD
LG