Di Îlona sala 2014'an de rêvebirîya Amerîkî Koalîsyona Navnetewî jibo şerê DAIŞ'ê li Sûrîyê û Îraqê ragihandibû ku pirtir ji 80 dewlet bûbûn endamên vê koalîsyonê.
Wê çaxê anku di 2014'an de dema koalîsyon hatibp damezirandin, çekdarên DAIŞ'ê dever û rûberên fireh li Sûrîyê û Îraqê xistibûn bin konrtola xwe û li ser tixûbên Kobanê şerên giran di navbera vê rêxistinê û hêzên Kurdî (YPG'ê û YPJ'ê) de diqewimîn.
Di nava van salan şerê Kobanê bûye movikeke dîrokî, ji alîyekî ve destpêka şikestina DAIŞ'ê bû, li alîyê din jî destpêka hevkarîya Koalîsyonê bi serkêşîya Amerîka ligel Kurdên Sûrîyê weke hêzeke bejahî li ser erdê bû.
Hevkarîya koalîsyonê bi hêzên Kurdî re li Sûrîyê, bi piştgirîya ezmanî di şerê Kobanê destpê kiribû, lê bi demê re berfirehtir bû ku niha bi sedan leşkerên Amerîka û çend bingehên koalîsyonê jî li ser erdê li bakur rojhlata Sûrîyê belav dibin.
Herwiha cîhê bîrxistinê ye ku bi saya vê hevkarîyê, Hêzên Sûrîya Demokratîk û Koalîsyonê kanîbûn di sala 2019'an de DAIŞ'ê li Baxozê têk bibin.
Lê, ev hevkarî û hebûna hêzên koalîsyonê li ser erdê vê dawîyê hemdemî deh salîya xwe de, bûye cîhê niqaşan ku Îraqê û Amerîka lihev kirine ku erka Koalîsyonê di Îlona 2025'an de li Îrqaê bidawî bibe û heta 2026'an li Sûrîyê bidome.
Di bernameya Mijara Rojê de ev babate tên gotûbêj kirin:
- Destkeftiyên hevkarîya HSD'ê û Koalîsyona Navnetewî di nava 10 salan de.
- Gef û metirsîyên şaneyên DAIŞ'ê, girtîyîn vê rêxistinê di zindanên HSD'ê de, herwiha malbatên wê li kampên Hol û Roj.
- Siberoja vê hebûna Amerîka li herêmê û hevkarîya bi HSD'ê re.
Mêvanên Mijaran Rojê
- Enîne Omer, Rêvebir di Meclîsa Jinê de li Bakur Rojhilata Sûrîyê
- Ebdulhelîm Silêman, Rojnamevan û Çavdêrê Sîyasî
- Dr. Îbrahîm Mislim, Akademîsyan û Lêkolerê Sîyasî