Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê Ser Budçeyê li Hev Kirine


El Kazimî û Barzanî
El Kazimî û Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrur Barzanî ragihand ku wan bi hikûmeta Îraqê re ser budçeya federal li hev kiriye.

Mesrur Barzanî ji Twitterê dîyar kir ku ew bi Serokwezîrê Îraqê Mustafa El-Kazimi re axifîye û di encama danûstandinên wan de ser budçeyê lihevkirinek çêbûye.

Barzanî da zanîn ku li gor lihevkirina wan budçeya federal dê wek ku ji Rêbendana 2021’an destpê kiriye ji wan re were şandin.

Wî jiber piştgirîyê spasîya El-Kazimî û kabîneya fedaral kir û da zanîn ku ew dijî astengên dijwar bi hev re bi ser ketine.

XS
SM
MD
LG