Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Karanîna Peyîva Kurdistan Çima Pirsgirêkeke Mezin E?


Sitranvana Amerîkî Nelly
Sitranvana Amerîkî Nelly

Parlamanterê HDP’ê yê berê Osman Baydemîr jiber ku li meclîsa Tirkîyê peyîva “Kurdistan” sala 2017'an bi kar anîbû li ser wê hatibû ceza kirin.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) di derbarê vê dozê de hefteya borî biryara xwe dabû û ew yek wek binpêkirina mafê azadîya ramanê dîtibû û 16 hezar Euro ceza dabû Tirkîyê.

Li Tirkîyê bi karanîna peyîva Kurdistan qedexe ye û gelek caran sîyasetvan û li çalakvanên Kurd jiber vê peyîvê hatine zindan kirin. Lê, parêzer Mesut Ozer dibêje ku li meclîsa Tirkîyê ser peyîva Kurdistan ji mêjve hatiye bikaranîn.

“Gava Komara Tirkîyê hate ava kirin,= Mustefa Kemal Ataturk jî peyîva Kurdistan di 19 axaftinên xwe de bi kar anîne. Dema em li arşîva meclîsê dinêrin, di nav salên 1920-1924’an de peyîva Kurdistan çar hezar car hatîye xebitandin. Ev yek jî rastîya Kurdistanê ye.”

Ozer îdia dike ku li Tirkîyê du hiqûq tên xebitandin. “Gava Kurd peyîva Kurdistan bi kar tîne dibe sûc, lê dema karbidestên Tirk bi kar tînîn, hîngê nabe sûc.”

Ozer bi bîr anî ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî gelek caran li meclîsê peyîva Kurdistan bi kar anîye.

“Birêz Erdogan hem li nav gruba xwe, hem li meclîsê û hem jî li hin deverên din peyîva Kurdistan bi kar anîye. Xencî wê jî, serokwezîrê berê Bînalî Yildirim di gelek axaftinên xwe de behsa Kurdistanê kir. Lê em dibînin ku dema Kurd dibêjin Kurdistan dibe sûc, lê jibo wan tiştek nabe.”

Mamostayê Zanîngeha Firatê Hîfzullah Kutum jibo ku li ser hesabê xwe yê medya civakî di 14’ê Îlonê 2021’an de “Şoreşa Îlonê ji hemû Kurdan re pîroz be, bijî Kurdistan” nivîsîbû, jiber peyîva Kurdistan hatibû zindan kirin.

Erdogan di dema serokwezîrtîya xwe de, ser peyîva Kurdistanê CHP û MHP rexne dikirin.

“Îro MHP û CHP heke dijî çi derdikevin bila herin tomarên meclîsa yekê bixwînîn. Ewê peyîva Kurdistanê di wê meclîsê de bibînin,” Erdogan hîngê gotibû.

Serkarê Giştî yê Lêkolîna Rawest Rojesîr Gîresun di bertekên hember peyîva Kurdistan de du pêvanên cuda tên bikaranîn.

“Li Tirkîyê prosesa hiqûqê ne li ser qanûna bingehîn e. Ew zêde ketîye bin bandora sîyasetê. Dema hikûmet peyîva Kurdistan bi kar bîne yan jî erênî bibîne, nabe pirsgirêk, lê dema vê yekê jibo xwe wek gef bibînin yekser wê qedexe dikin.”

Gîresun li ser peyîva Kurdistanê got ku ev rastîyeke Kurdan dîyar ku ger pirsgirêka Kurd li Tirkîyê çareser be, peyîva Kurdistanê jî wê nema bibe pirsgirêk.

ED_20_06_2023_Taboo_Kurdistan_Turkey
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00
XS
SM
MD
LG