Rojek piştî 126 salîya damezrandina Rojnamevanîya Kurdî, polîsên Belçîka di seatên zûtirîn roja Sêşeme bi ser du televîzyonên Kurdî, Stêrk TV û Medya Haber de girtin û hevdem 9 rojnamevanên medya Kurd yên li Tirkîyê hatin desteser kirin.
Televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber ji Bruksel, Belçîka bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî weşanên ser siyaset, nûçeyên rojane, çand û hunera Kurdan weşanê dikin.
Piştî serdegirtinên televîzyonên li Belçîka û desteserkirinên rojnamevanên li Tirkîyê, rojnamevanên Stêrk TV û Medya Haber, bi daxuyanîyeke hevpar, her du bûyer jî wek “êrîşên dijhiqûqî û ne demokratîk” yên dijî medya Kurdî şermezar kirin.
“Em vê êrîşa dijhiqûqî û ne demokratîk şermezar dikin, ku sazîyên me yên Ragihandina Azad yên dengê gelê Kurd temsîl dikin. Dema serdegirtinê bi taybet girîng e, jiber ku bi hevdemî polîsên Tirk jî ser malên rojnamevanên Kurd li Tirkîyê girtin; di hevdemîya Salvegera 126an a Roja Rojnamevanîya Kurdî de pêk hat; roja ku berdewamîya êrîşên rexistinkirî yên dijî medya Kurd destnîşan dike,“ Stêrk TV û Medya Haber gotin.
Rojnameya Belçîkî, De Standart jî ragihand ku serdegirtin ji aliyê dozgerîya federal ve hatîye piştrastkirin û li ser daxwaza Fransayê hatiye kirin.
Ajansa AFP jî ji zarê jêderekî ragihand ku dibe ku serdagirtinên li Belçîka jiber lêpirsîneke tekildarê fînanskirina terorê ya li Fransa pêk hatibe, ku roja Sêşemê li Parîsê 8 kes tê de hatin desteser kirin.
Endamê Parlamena Ewrupa Nikolaj Villumsen jî bi peyameke ser X’ê bertek nîşanî serdegirtina televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber da.
“ Li YE Cihê zilma Erdogan tune ye! Divê em azadîya medya dijî êrîşa otorîterîzmê biparêzin - çi ji Rûsya be, çi ji Tirkîyê be. Divê rojnamevan werin parastin - neyên girtin!, “ Villumsen got.
Hat ragihandin ku serdegirtinên ser studyoyên du televîzyonên Kurd yên li herema Denderleeuw bênîşandayîna ti sideman hatiye kirin; û polîsan Belçikî derîyên kontrola weşanan şikandine, zarar dane alavan û dest danîne ser kompîtiran.
Amed Dîcle, rojnamevanê Kurd yê Medya Haberê ji Denge Amerîka re ragihand ku polîsên Belçîka tewra qabloyên weşanan jî qût kirine û serdegirtin wek darbeyeke dijî rojnamevanîya Kurdan û mafê gelê Kurd yê agahdarkirinê bi nav kir.
“Em di televêzyonên ku li gor qanûnên Belçîka hatine damezrandin, tenê karê rojnamevanîyê dikin, ragihandina rast dikin. Hemû xebatên du televîzyonên me jî şefaf in, di bin çavderîya karbidestên Belçîkî de ne, “ Dîcle ji Dengê Amerîka re got.
Rojnamevan Dîcle balê dikşîne ku polîsên Belçîka di Adara 2010 de jî bi heman şewazê televîzyonên wan kiribûn armanc, lê lêpirsîn û doz bêencam man, ti ceza nehatin birîn.
Dicle bawer dike ku serdegirtinên ser televîzyonên Kurd jiber givaştinên Tirkîyê û di encama bazarîyên serokê Tirkîyê Erdogan bi welatên Ewrupî çêbûne.
“ Bilî vê ti sedem tuneye. Ne tenê ev, heya niha jibo tepeserkirina medya Kurdî, bi sedan hewlên wiha yên dewleta Tirk hatine tomar kirin. Loma, divê hikûmeta Belçîka têkilî û bazarîyên xwe yên bi Tirkîyê re eşkere bike, “ Dîcle got.
Lê, Dîcle dibêje ku hemberî êrîşên Tirkîye wê wek rojnamevanên Kurd ti carî paş de gav neavêjin û ragihandina gelê Kurd bidomînin.
“ Emê wek xebatkarên medya Kurd, bibin dengê gelê xwe, ti hêz wê nikaribe me bêdeng bike. Em li vir in; tevî her cureyê zilmê, êrîşên kujer yên ser hevkarên me jî, wê pênûsa me nivîsandinê û wê kamerayên me jî tomarkirina rastîyê bîdomînin, “ Dîcle heman peyamên Stêrk TV û Medya Haber dubare kir.
Wî da zanîn ku parêzerên Stêrk TV û Medya Haber wê dijî binpekirinên polîsên Belçîka serî li dozgerîyê bidin.
Ji alîyê din ve li Tirkîyê jî, Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) bi daxuyanîyeke li ser X’ê ragihand ku 9 rojnamevan û xebatkarên medya Kurdî hatine girtin.
Li gor ragihandina MLSA, polîsên Tirk 9 rojnamevan û xebatkarên medya Kurdî di operasyonên di operasyonên li Stenbol, Enqere û Rihayê desteser kirine li Ajansa Mezopotamya, Rojnamevana Yenî Yaşam û yên din dixebitîn.
Li gor ragihandina parêzeran, rojnamevan jiber lêpirsîneke di 2022’an ya li Serdozgerîya Stenbolê de hatine desteser kirin, lê tawanbarîyên dijî rojnamevanan nehatiye dîyar kirin jiber ku li ser belgeyên lêpirsînê dosya ser biryara nepeniyê hatiye danîn.
Herwiha, dozgerîyê qedexe kiriye ku parêzer bi rojnamevanên desteserkirî re bo 24 seatan hevdîtinê bikin, lê serdana pêdaçûnê hatiye kirin.
Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li Tirkîyê, Ozgur Ogret jî Dengê Amerîka re ragihand ku pisporên CPJ ser wan desteserkirinan lêkolînan dikin û "rewşê ji nêz ve dişopînin".