Li tevahîya Tirkîyê nêzîkî 50 weşanxaneyên Kurdî hene ku piranîya wan jiber bêderfetîyên aborî yan jî di bin zextên dewletê de nikarin tevbigerin.
Di sala 1990’an de gelek pirtûk hatin qedexekirin û gelek nivîskar jî li ber nivîsên xwe an ji Tirkîyê revîn an jî ketin girtîgehan.
Li gor raporta Komeleya Nivîskarên Kurd (PEN’a Kurd) bes di sala 2020’an de 71 reşenbîr û nivîskarên Kurd, ku xwastine zimanê Kurdî zindî bikin hatine zindan kirin.
Civaknas û Nîvîskar Îsmaîl Beşîkçî jiber ku li ser doza Kurd û Kurdistanê pirtû nivîsî bû, bi salan di girtîgehan de ma.
Li gor daneyan di sala 2006’an de 654 pirtûk û heta niha jî bêtirî hezarî pirtûk hatine weşandin.
Sedema zêdebûna çapkirina pirtûkan li ber zêdebûna weşanxaneyên Kurdan e. Lê weşanxaneyên Kurdan jî li ber bêderfetîyên aborî û zextên dewletê zêde nikarin serketî bibin.
Wek Weşanxaneyên Komel, Deng û gelekî weşanxaneyên din jî jiber zextên dewletê hatin girtin. Dîsa wek Weşanxaneyên Doz, Enstîtîya Kurdî, Nûbihar, Avesta, Pêrî û Aram û her wekî din jî him li ber zextên dewletê û him jî li ber bêderfetîyên aborîyê karê xwe biz awayekî dijwar birêva dibin.
Hejmara Kurdan li Tirkîyê zêde be jî lê li gor pêzanînên van xweşanxaneyan xwendevanên Kurdî ewqas nînin û firotanên pirtûkên Kurdî jî kêm in. Li ber vî jî pirê van weşanxanan li gel pirtûkên Kurdî pirtûkên Tirkî jî çapdikin.
Ji van yek jî Weşanxanaya Aryen e. Ev weşanşane di sala 2016’an de ji alîyê çar hevalan ve li Enqerê hatîye damezirandin. Weşanxana Aryen pirtûkên Kurdî û Tirkî çap dike û heta niha jî 74 pirtûk derxistîye.
Rêveberê Giştî yê Weşanşaneya Aryen Roj Agir ji Dengê Amerîka re got ku li ser heqîqeta nirxên ku ew jê bawer dikin ewê hewla weşangeriyeke azad û xweser bidomînin:
“Me weşanxaneya Aryenê di sala 2016an de li Enqereyê ava kir. Berî ku em dest bi weşangeriyê bikin me li ser navê Komuna Rozayê, kovarek bi navê Rozayê derdixist. Ev kovar nêzî çar salan hat weşandin. Lê piştî Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkiyê mixabin derfet nema ku em vê xebata kovarê berdewam bikin. Hin astengî hebûn û gelek hejmarên kovarê jî hatibûn qedexe kirin. Jiber van sedeman û hin sedemên aborîyê em mecbur man ku weşana kovarê bidin sekinandin. Piştî kovarê me nexwest ku dest ji qada nivîsandinê û çapê vekeşîn û bi vî awayî me weşanxane ava kir.”
Gelek nivîskarên Weşanxana Aryen hê jî di zindanan de ne. Roj Agir ridigîhîne ku ew girîngîyeke mezin didin nivîkarên xwe yê girtîgehan:
“Ji destpêkê ve, armanca me ew e ku em pirtûkên Kurdî yên têr û tije çap bikin û bi qasî misqalek be jî sûdekê li gencîneya çandî ya Kurdî zêde bikin. Her wiha em berhemên zindaniyên ku jiber ramanên xwe dîlgirtî ne çap dikin û hewla me ya sereke ew e ku em deng û ramanên wan bigihînin derve û civakê. Li ser vî esasî, em li cem pirtûkên Kurdî, bi Tirkî jî pirtûkan çap dikin.”
Pirtûkên Kurdî hê nû li Tirkîyê têne çap kirin, lê berî ku Komara Tirkîyê were damezirandin, di sala 1919’an dema Osmanî de pirtûka Ehmedê Xanê Mem û Zîn hatibû çap kirin, lê ev yek jî di wê demê de hatîye qedexe kirin.
Ji demezirandina Komara Tirkîyê heta sala 1965’an bes du pirtûk Kurdî hatîye çap kirin. Di nav 56 salan de jî hejmarê van pirtûkan derketîye 20’an.
Di navbera 1919-1999’an de ango di nav sed salî de jî 212 pirtûkên Kurdî hatine çap kirin. Lê, hejmarên pirtûkên Kurdî piştî sala 2000’an zêde bûne.