Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keşîşê Kurd li Serhedê, li Rêça Çanda Bav û Kalan Digere


Keşîşê Kurd li Serhedê, li Rêça Çanda Bav û Kalan Digere
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00

Keşîşê Kurd Madai Maamdi piştî sed salan vegerîya warê bavûkalên xwe Wanê û niha bona vekolîna ser çîrokên Kurdan û avakirina muzexaneyeke Kurdî li Gurcistanê dixebite

Keşîşê Kurd Madai Maamdi piştî sed salan vegerîya warê bavûkalên xwe Wanê. Maamdî li Gurcistanê di sala 1989’an de hat dinê û wek hezaran Kurdên penaber dûrî welatê xwe li Tbilîsê dîjî.

Ew di sala 2014’an de bûye Krîstîyan û derheqa çand, ziman û zargotina bavûkalên xwe xebatên hêja dike.

Maamdî, li Zanîngeha Neteweyî ya Atînayê Kapodîstîyas (National and Kapodistrian University of Athens) di beşa teolojîya civakî û lêkolînên olî dixwine de û niha lêkolîna xwe ya masterê dike.

Ew di çarçoveya vê xebata bi navê "Di Folklora Kurdî de Serpêhatîyên Derheqa Încîlê" sê meh in ku li bajarên Kurdan digere û çîrokên Kurdan yên gelêrî berhev dike.

Xewneke keşîşê Kurd heye ku li Gurcistanê Muzexaneya Kurdî veke û çanda gelê xwe ji cîhanê re nîşan bide. Loma ew li her cîhê nû, berhem û alavên kevin dicivîne ku rojekê wan tiştana li wê muzaxaneyê biparêze û dewlemendîya gelê xwe raberî gelên din bike.

XS
SM
MD
LG