Di dibistanên Tirkîyê de dewra perwerde ya 2024-2025 duh Duşemî destpêkir. Lê sazîyên Kurdan radigîhînin ku bila di nav sîstema Tirkîyê de perwerde û fêrkirina Kurdî jî cî bigire.
Karbidestên Tirkîyê li gel van daxwazên Kurdan ti bersîveke erênî an jî neyînî nedaye, lê dewlet ev sîstema perwerde û fêrkirinê ya ku di merîyetê de ye yekser diparêze.
Li paytaxta Tirkîyê Enqerê Komela Ziman, Çand û Huner (ANKA-DER) jiber serdema perwerde û hîndekarîyê preskonferansek li dar xist. Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku dîsa wek her sal di bin sîya polîtikayên bişavtinê ya tûndî de perwerdeha Tirkîyê bê Kurdî destpêkirîye.
“Jibo ku zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê perwerde nebin pergala perwerdeya Tirkîyê bi hemû teknolojîya xwe li ser esasên politîkayên bişaftin û tunekirina zimanê Kurdî di 9ê îlonê de careke din dest pê kir. Zimanê ku zarokên Kurd li malê hîn dibin û yê li dibîstanê hîn dibin li hev cuda ne. Jibo vê jî zarok di navbera du zimanan de bê ziman dimînin.”
Hevserokê ANKA-DER’ê Zekî Gonuldaş, ji Dengê Amerîka re got ku helwesta dewletê bi nenaskirina zimanê Kurdî tunekirina Kurdan e.
“Îro li Tirkîyê li hemberî zimanê Kurdî nîjadperestîyek tê nîşandayin. Dewlet zimanê Kurdî an nabîne an jî napejirîne; ev jî tê wateya tunekirina Kurdan. Em vê yekê ti gav qebûl nakin û li vê derê rayedaran hişyar dikin û dibêjin mafên Kurdan yên xwezayî asteng nekin û pêşîya perwerde û hîndekarîya Kurdî demildest vekin.”
Mamostaya Kurdî Emîne Oguz jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku mafê dewletê tunene ku ev ziman û çanda Kurdan ya dewlemend asteng bike.
“Wek sazîyên Kurdan wek gelê Kurd, daxwaza me ewe ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî yê duyemîn. Heta niha jî zimanê me nayê dîtin, lê xwesteka me ji dewletê ewe ku êdî Kurdî were dîtin û ji alîyê dewletê ve jî bi awayekî resmî were perjirandin.”
Platforma Zimanê Kurdî jî balê dikşîne ser perwerdeya Tirkîyê. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî ji Dengê Amerîka re dibêje ku dewlet bi rêya perwerdeyê dixwaze Kurdan bike Tirk.
“Zimanê Kurdî nasnameya me ye. Ev nasname dîrok, çand û hebûna me dîyar dike. Em Kurd daxwaza bi zimanê Kurdî perwerde dikin. Eva mafekî me yê xwezayî ye. Li dinê hemû gel û netew bi zimanê xwe perwerde dibin, em Kurd jî dixwazin vî mafên xwe bikar bînin. Lê li Tirkîyê li hemberî vî astengî hene û dewlet jî bi perwerdeya xwe dixwaze Kurdan bike Tirk.”
Yek daxwaza perwerde û fêrkirina Kurdî jî ji Hereketa Zimanê Kurdî (Hez Kurd) hat. Hez Kurd ragihand ku, di sala 2012’an vir de li dibistanên navendî dersên bijartî yê Kurdî bila malbatên Kurd jibo zarokên xwe bibijêrin.
Serokê Hez Kurdê Suphî Ozgen di vî warî de wiha got, “Daxwazê me ewe ku di nav sîstema fêrkirinê de perwerdeya Kurdî bibe. Lê îro ev nebe jî lê derfetek heye, ew jî di nav dibistanên navendî de zarokên Kurd dikarin di dersa bijartîde Kurdî bibijêrin. Ez li vir banga malbatan dikim jibo zarokên xwe vê dersê bibijêrin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku li gor pêzanînên Wezareta Perwerdeyê li Tirkîyê 67 hezar û 124 dibistanan û 208 jî zanîngeh hene. Xeynî dersa bijartî ya Kurdî tenê di nav zanîngehekê de beşeke Kurdî cî digire.
Di 9 Îlonê de nêzîkî 20 mîlyon xwendekar û 1 mîlyon 200 hezar jî mamoste dest bi perwerdeyê kirin, lê di vê salê de jî perwerde û fêrkirina bi Kurdî cî negirt.