Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbederên Kurd yên Digehêjin Heremên Revebirîya Xweser Rûbirûyê Şertên Dijwar In


Derbederên Kurd ku jiber metirsîya êrîşên komên çekdar ji Helebê hatine bajarê Tebqa,11, 2, 2024,
Derbederên Kurd ku jiber metirsîya êrîşên komên çekdar ji Helebê hatine bajarê Tebqa,11, 2, 2024,

Xebatên alîkarîyên mirovî yên jibo derbider yên ku ji herêmên Heleb, Efrîn û Şehba (Til Rifat) tên, li Reqa û Tebqa yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê roja Sêşemê jî didomin.

Derbederên ku bi gelemperî Kurd in, jiber metirsîya jîyanê û şertên dijwar li herêmê direvin, piştî ku gelek komên çekdar yên xwe wek opozîsyona Sûrîyê bi nav dikin hefteya borî dest bi êrîşeke dijî Helebê kirin ku di bin kontrola artêşa Surî de bû.

Ehmed Îbrahîm, Endamê Desteya Rêvebirî Heyva Sor ya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê
Ehmed Îbrahîm, Endamê Desteya Rêvebirî Heyva Sor ya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê

Endamê Desteya Revebirî Heyva Sor ya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Ehmed Îbrahîm dîyar kir ku heya niha zêdetirî 100 hezar derbider bi rêkên gelek zahmet digêhêjin heremên Reqa û Tebqa.

“Jiber metirsîya komkujîyê koçberîya sivîlan ber bi Reqa û Tebqa didome. Tevî ku jimartin tuneye, li gor daneyên me jimara kesên giheştine ji sed hezarî derbaz kiriye,ku piranîya wan jin û zarok in “wî ji Dengê Amerîka re got.

Îbrahîm ragihand ku ew çaverê ne ku jimara derbederên ji Heleb, Efrîn û Şehba direvin , di nava vê heftêyê de zêdetir bibe.

Wî destnîşan kir ku Heyva Sor ya Kurdî hemû derfetên xwe yên berdest jibo pêşwazîya derbederan pêşkeş dike.

“Me di serî de tîmên xwe yên tendurîstîyê seferber kirine. Jiber ku xelk di sermayê de bi rêkên pir xeter tên. Heyva Sor ya Kurd bi derfetên pir sînordar xizmetên bingehîn ya saxlemîyê pêşkeşê wan bike, “ Îbrahîm got.

Îbrahîm ragihand ku piranîya derbederan li dibistanên li heremê têne bi cîh kirin û hevdem wan zêdetirî 100 kon jî damezrandine.

Heyva Sor jibo derberan xwarin, ava paqij, kincên zivistanê,derman, pêdivîyên hijyenê jî peyda dikin, lê alîkarîya wan qîm nake, Îbrahîm bal kişand.

“Lê mixabin, jiber jimara zêde em nikarin hemû hewcederîyên derbederan bi guncawî peyda bikin. Derfetên me qîm nakin, “wî got.

Îbrahîm rave dike ku Heyva Sor ji rexistinên alîkarîyên mirovî yên navteweyî re raporên ku tîmên komê ser pedîvîyên lezgîn yên bo derbederan dişînîn û daxwaza alîkarîyê dikin, tevî ku heya niha ti bersîvek rekûpêk negirtine.

Lê, Heyva Sor dest bi kempenyek onlaynî kiriye da ku Kurd û civata navnetweyî jibo piştvanîya derbederên li Reqa û Tebqa karibin alîkarîyê bikin.

Êrîşên dawî yên li bakur û Rojavayê Sûrîyê bi pêşengîya rexstina Heyet Tehrîr el-Şam, yan HTS, komeke cihadî pêk tên.

HTS berê bi navê Enîya el-Nusra dihat naskirin, ku heta di 2017’an alîgirê serekî yê El-Qaîdeya li Sûrîyê bû.

Artêşa Niştimanî ya Sûrî, yan jî SNA, rêxistinek sîwan ya çend komên ku ji hêla Tirkîyê ve têne piştgirî kirin, beşdarî wan êrîşên dibin.

Şêxmûs Ahmed, Serokê Ofîsa Karûbarê Koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê yê Revebirîya Xweser jî ragihand ku jibo nezî 30 hezar malbatan wan li Reqa û Tebqa du navendên peşwazîya derbederan vekirine.

Ahmed rave kir ku debederên ku niha tên bi gelemperî ji Efrîn û Şehba tên,ku bi otobên Revebirîya Xweser peyda kirine û di parastina hêzên ewlekarîyê de rewîtîyê dikin, dema piranîya 100 hezar Kurdên li taxe Helebê dijîn, hîn di bin dorpêça HTS de ne.

Wî dîyar kir ku Revebirîya Xweser perwerdehîya li heremê daye sekinandin da ku ji derbederan stergehan ava bike; dibistan û salonên werzîşê yên li herêmê wek stargehên demkî hatin vekirin.

“Hemû sazîyên Revebirîya Xweser bi tevahîya kanînên xwe dixebitin da ku jibo xelkê xwe yên hewcedarîyên lezgîn yên jiyanî werin peyda kirin. Pêdiviyên jiyanî yên wek nivîn, ava vexwarinê, sobe û mazotê têne peyda kirin. “ Ahmed ji Dengê Amerîka re got.

Ahmed ragihand ku Meclîsa saxlemîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi hemû tîmên tekildar xizmetên tendurîstîyê pêşkêşî derbederan dike.

Wî herwiha balkişand ku derfetên di destê Revebirîya Xweser de, jiber jimara pir zêde ya derbederan ku hîn jî didome qîm nakin û loma divê civaka navneteweyî pirtir bala bide ser rewşa li heremê û piştvanîyê bikin.

“Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku jibo xebatên mirovahî bi lezgînî piştgirîya xebatên me yên li ser erdê bikin, “Ahmed got.

Kurdish IDPs From Aleppo Arrive in al-Tabqa, Raqqa countryside, in Northeast Syria after intensified conflict and dire living conditions in the region, 11, 2, 2024
Kurdish IDPs From Aleppo Arrive in al-Tabqa, Raqqa countryside, in Northeast Syria after intensified conflict and dire living conditions in the region, 11, 2, 2024

Ahmed hevdem “bangawazîya lezgîn ya mirovahî“ ku Revebirîya Xweser îro bi daxuyanîyekî ragihand, bi bîr xist.

“Li wir, jiber şert û mercên hewa û aborî jibo peydakirina stargeh, xwarin, germkirin, tenduristî, av û xizmetên diny ên bingehîn hewcedarîyek lezgînî heye, da ku pêşî li krîzekî mirovî ya din were girtin. Pêşkêşkirina alîkarîyên lezgîn jibo rizgarkirina jiyanan û sivikkirina êşên xelkê pir girîng e, “ wî mîna ku di daxuyanîyê tê gotin, dubare kir.

Navenda Agahîyên Rojava (RIC) sazîya lêkolînê jî îro di raportek de ragihand ku taxên Kurdan li Helebê ku zêdetirî 100 hezar sivîl sivîl lê dijîn, ku heya niha rastî çewsandin û dorpêçkirina hem rejîma Esad û cîhadîyan hatine, niha jî rûbirîyê xeterîya kontrola HTS û SNA ne.

Li gor Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ji 30’ê Mijdarê vir ve zêdetirî 48 hezar û 500 kes li heremê koçber bûne.

XS
SM
MD
LG