Fermanderê Giştî yê HSD di hevpeyvînekê de li gel malpera National Interest, gotibû ku Amerîka dikare navberîyê bike di navbera wan û Tirkîyê de, her wisa şandek MSD li Rûsîya ye, daku Rûsîya navberîyê di navbera kurdan û Dîmeşqê de bike.
Tevgera dîplomasî ya kurdên sûrîyê li ser bingeha dîyalogên cûda bi Enqre û Dîmeşqê dom dike.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm Ebdê bang li civaka navdewletî kir ku fişarê bixin ser Tirkiyê da ku agirbestê ragihîne, aloziyê rawestîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd vegere ser maseya danûstandinan.
Birêz Ebdî, di hevpeyvînekê de ligel malpera National Interest, dibêje '' Washington dikare Tirkiyê ber bi maseya danûstandinên bi Kurdan re vegerîn e''.
Ebdî got ''Ez bang li serokê Amerîka Joe Biden dikim ku navbeynkar be di navbera kurdan û Tirkiyê de, di piroseya Aştiyê de''.
Li aliyekî din Cîgirê Serokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînekê de beriya niha ligel Dengê Amerîkayê diyar kirbû ku diyalog bi Enqerê re pêkane heke Tirkiyê dest ji dijatiya xwe ya li hember Kurdan berde.
'' heke Turkiyê dev ji hişmendaya xwe ya dijayetiya bi kurdan re berde diyalog pêkane ''
Kurdên Sûriyê dibêjin pirsgirêka Kurdan bi diyalogê li paytextên biryarê şareser dibin lewra ew berê xwe didin Washington û Moskowê.
Li Moskow jî Rayedarên Rêveberiya Xweser bi serperiştiya Meclisa Sûriya Demokratîk daxwaz ji Rûsan kirin ku navbênkariyê di navbera wan û Dîmeşqê de bike.
Endamê Desteya Serokatiya MSDê Sîhanok Dîbo derbarî gotobêjên li gel Rûsiya yê ji Dengê Amerîka re diyar kir ku wan daxwaz ji Rûsiyayê kiriye ku fişarê bixe ser Rêvebriya Dîmeşqê, da ku maseya Diyalogê rêka çareseriyê bibîne li Sûriyê.
Birêz Dîbo derbarê hevdîtinên wan yên beriya hefteyekê bi rayedarê Rûsî re erênî bi nirxand û got ''Rûsiya yê xwe weke sponser di navbera wan û desthilata Sûriyê de nîşan da''.
Li gorî çavdêran bi van bang û xwestekan Kurdên Sûriyê ji raya navdewletî re tekez dikin ku ew ji diyalogê re amadene çi li Enqrê be yan jî li Dîmeşqê be.