Tirkîye di 31 Adarê de jibo hilbijartinên şaredarîyê biçe ser sandiqan.
Di rojeva desthilatîyê û opozîsyonê de hilbijartin cî bigre jî, lê li gor lêkolînan di rojeva cîwanên Tirk de bes aborî, yên Kurd de jî li gel aborîyê mafê çand û ziman heye.
Li gor lêpirsîna Navenda Lêkolînê û Raman ya Spectrum House cîwanên Kurd yên “nifşa-Z” (jenerasyona nû) pirsgirêka wan herî zêde li ser aborî, cudakarî û mafê ziman û çandê e derdikeve pêş.
Li gor lêkolînê li Tirkîyê zarokên Kurd ji 3 kesan 2 kes rastî cûdakarîyê tên. Bi taybet jî yên ku nêzî sîyasete Kurd in ew bêtir bi van re rûbirû dimînin.
Di rojeva cîwanên Kurd de babeta herî mezin kêmasîya zimanê zikmakî û jîyandina çanda Kurdî ye.
Li gor lêkolînan kesên navbera 3-13 salî, yên ku bi malbata xwe re Kurdî dipeyîvon rêjeya wan ji sedî 48 e, lê ev zarok di navbera xwe de ji % 13 Kurdî qise dikin. Di nav nifşa Z de jî gelek kêm Kurdî tê axaftin.
Spectrum House’ê li 5 bajara, 25 devera bi 1012 cîwanên nifşa-Z re hevdîtin pêk anî.
Kordînatorê Spectrum House Zekî Gurer ev encamê ku bi dest xistine ji Dengê Amerîka re nîrxand. Gurer ragihand ku nifşa Z ya cîwanên Kurd ne komeke yek pare ye ew cur bi cur in.
“Refleks, hêvî û hesesîyetê Nifşa-Z ya Kurd cûr bi cûr in. Cîwanên Kurd jiber nasnameya xwe rastî cûdakarîyên tên. Pirsgirêka wan di warê aborî, bêşixûlî û gelek babetên din de zêde ne.”
Gurer dîyar dike ku nifşa-Z ya Kurd her ku diçe ji sîyasetê û fîgurên sîyasî dûr dikevin.
Di lêkolînê de babeteke girîng jî li ser bawerî û rîtuelên olî ne. Gurer radigîhîne ku nifşa-Z ya Kurd ji sedî 50 zêdetir bawerîya wan li ser olî nîne û ew xwe sekuler dîyar dikin.
Cîwanên Kurd Enes Kesen li bajarê Konyayê rûdinê. Ew dide zanîn ku wek cîwanekî Kurd rastî cûdakarîyên tê.
“Ez li Konyayê xwendekar im. Carna li kolanan ji me dipirsin pirsgirêka we ya cîwanan çî ye? Ez jî dibêjim ez wek cîwanê Kurd nikarim çand û zimanê xwe bijîm. Em Kurdin û em ji xwe dur tên xistin. Eva tiştekî gelek xirab e.”
Yakup Bulut hem xwendekar û hem jî jibo debara xwe kar dike. Ew jî hestên xwe wiha tîne ziman:
“Em cîwanên Kurd li Tirkîyê di nav du dijwarîyan de dijîn. Divê em bixwînin lê di hêla din de jî em mecbûr in ku bixebitin. Mixabîn dema em li kar digerin kar nadin me. Êdî em di avasazîyan de bûne xulamê wan.