Di navbera desthilat û opozisyona Tirkîyê de pêşbazî û nîqaşên hilbijartinên bajarvanîyê destpê kirine.
Serokê Lêkolîna MAK’ê Mehmet Alî Kulat, hilbijartinên bajarvanîyê yên meha Adara 2024’an ji Dengê Amerîkayê re nirxandin.
Kulat pêkan dibîne ku serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di van hilbijartinan de bala xwe herî zêde bide ser hilbijêrên Kurd.
Kulat got, “Hilbijartinên çûyî jibo Erdogan pir bi dijwarî birêve çûn. Birêz Erdogan piştî hilbijartinên serokomarîyê jibo ku bala hilbijêrên Kurd bikişîne, gavên nû avêtin. Ev gav jî pêkanîna Lijneya Wezîran û gavên bîrokratîk bûn. Di vê derê de, wî cih da Kurdan. Bi ya min, Erdogan bala hilbijêrên Kurd kişand û ew xistin nav qada xwe.”
Serokê giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û serokomarê Tirkîyê Erdagan, rojên borî di selavegera partîya xwe de, li cihên ku hilbijartinên 2019’an jidest dabûn, wek Enqere û Stenbolê, bangî hemû hilbijêrên xwe kir û got, “Emê emanetên xwe ji wan nebikêrhatîyan paşta bigrin û bidin destê bikêrhatîyan.”
Erdogan, ferman da alîgirên xwe û ji wan daxwaz kir ku jibo hilbijartinên bajarvanîyê ji niha ve dest bi kar bikin.
Li aliyê opozîsyonê jî hin liv çêdibin. Doh Sêşemê, serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekram Îmamoglu jî li ser endamtîya xwe daxuyanîyek da û bangî opozîsyonê kir.
Wî got, “Ez jibo ku careke din Stenbolê biparêzim derdikevim rê. Jibo ku em li Stenbolê serkeftî bin pêwîste em careke din werin ba hev. Divê em gengeşîyên nav xwe daynin alîyekê û li ser vê yekê lihev bikin. Jibo hevpeymanîyeke partîyan, çi ji destên min bê ezê bikim.”
Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî got, “Partîyên opozîsyonê, yên ku berjewendîyên Tirkîyê dixwazin, pêwîste werin ba hev.”
Pisporê ragihandina sîyasî Îbrahîm Uslu, ev geşedan ji Dengê Amerîkayê re şîrove kirin. Uslu dibêje ku xuyaye wê opozîsyon careke din hevpeymanîyekê li hemberî desthilatîyê çêke.
“Bi ya min opozîsyon wê hevpeymanîyeke nû biceribîne. Ji xwe helwesta Kemal Kiliçdaroglu di vî warî de dîyar e; ew dixwaze car din vê îtifaqê pêk bîne. Xuyaye ku wê CHP’ê vê yekê car din biceribîne, lê ev hevpeymanî wê çiqas fireh be, an jî li çend qadên hilbijartinan wê bibe, hîn di vî warî de zalalî nîne,” Uslu got.
Di van hilbijartinan de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) an jî Partîya Çep ya Kesk roleke sereke dilîzê. Gelo wê HDP’ê di van hilbijartinan de çi bike?
Li gor daneyên HDP’ê, girseya wê li dijî alîkarîdayîna opozîsyonê derketîye. Ji ber vê jî hin serkirdeyên HDP’ê piştî hilbijartinên 14 Gulanê ragihand ku ewê di van hilbijartinên bajarvanîyê de, bi endamên xwe beşdarî hilbijartinan bin.
Gelo pêkane ku HDP’ê di van hilbijartinan de bêalî bimîne û bi serê xwe beşdar be û rêya sêyemîn biceribîne?
Li gor Kulat, heger HDP’ê bêalî bimîne, wê gavê dê desthilatdarî bihêz bibe.
“Di hilbijartinên berê de, Erdogan jibo ku serkeftî be bi HUDA-PAR û Jinûva Partîya Refeh ve tevlî hilbijartinan bû. Erdogan naxwaze van hilbijartinan winda bike. Bi ya min çi rê pêwîst be, wê Erdogan biceribîne,” Kulat got.