Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 'Sîdekan' Topbaran Dike


Bombebarana Tirkiyê
Bombebarana Tirkiyê

Roja Yekşemê Tirkiyê devera Sîdekan ya ser sînorê Îraq û Îranê topbaran kir, di encma de jinek sivik birîndar bû.

Qaymeqamê navçeya Sîdkanê Îhsan Çelebî ji Dengê Amerîka re got: "Tirkiyê saet 12:30ê piştî nîvro herêma Robî li navçeya Sîdekanê topbaran kir. Li wê herêmê hinek kes koçeratî û şivaniyê dikin.

Jina bi navê Şermîn Esed ji ber topbaranê birîndar bû." Şermîn 30 salî ye û xelkê Sîdekan e, lê birîna wê sivik e."

Çelebî got, "Li wan deveran ti baregehên PKK'ê nînin. Nayê zanîn ji ber çi topbaran derketiye, lê mixabin welatiyek birîndar bûye." Weke Çelebî dibêje.

Ev çend sal in firoke û topxaneyên Tirkiyê devera Sîdekanê û herêmên sinorî bombebaran dikin û di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin, Tirkiyê sedema vê yekê bi şerê navbera xwe û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ve girê dide ku ev bi 10an salane her du alî di nava şer de ne.

Qaymeqamê navçeya Sîdekanê eşkere kir ku hem Tirkiye û hem jî Îran herêmê topbaran û bombebaran dikin, lê Îranê tenê 12 rojan berdewam kir û niha jî rawestiyaye, lê Tirkiyê car caran sînorê Sîdekanê hem topbaran û hem jî bombebaran dike.
Li gorî Dengê Amerîka, heta niha 118 gundên herêma Sîdekanê ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyê de hatine valakirin û 6 gundên din jî ji ber topbarana Îranê hatine valakirin.

Herêma Sîdekan ya li ser sînor
Herêma Sîdekan ya li ser sînor

Gelo navendên partiyên kurd ên Îran û Tirkiyê li Sîdkanê hene?
Çelebî derbarê pirsê got: "Li deverên ku Îranê berê lê topbaran kiribûn ti bingeh û baregehên partiyên Rojhilatî tune ne û wek salên berê li wan cihan baregehên PKKê yên ku ew pê bizanin nînin."

Rêveberê navçeyê ragihand, di heyama 5 salên borî de 22 welatî ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyê û Îranê li ser sînorê navçeya Sîdekanê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji wan 8 'şehîd' û hinek jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, herêma Sîdkanê ji, 1617 kîlometrên çargoşe pêk tê û 266 gund hene, lê niha 148 gund avedanin û 118 gund jî vala ne.

Raporta Hewlêr 16 10 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
XS
SM
MD
LG