Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nakokiyên Amerîka Û Tirkiyê li Ser Herêma Xweserîya Demokratîk


Fehîm Îşik û Gelo Îsa
Fehîm Îşik û Gelo Îsa

Şanda Amerîkî ya bi serokatiya Balyoz James Jeffry rojên Duşem û Sêşemê li Tirkiyê danûstendin li gel berpirsên Wezareta Derve û Berevaniya Tirkiyê encam dan.

Sedema wan danûstendinan pirsgirêk û nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de bûn li ser herêma ku niha li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê deye û bi alîkariya hevpeymaniya navnetewî bi serokatiya Amerîka ji DAIŞê hatîye rizgar kirin, ji ber ku ew herêm hem ji aliyê leşkerî û hem ji aliyê siyasî ve piranî li jêr Însiyatîva Kurdan de ye, Tirkiye qebûl nake li ser sinorên wê yên li gel Sûriyê hebûneke siyasî yan leşkerî ya Kurdan hebe.

Amerîka jî dibêje, Kurdan û Hêzên Sûrya Demokrat şerekî giran li dij çekdarên DAIŞê kirine û hevpeymanên herî bi bandor in, di şerên li dij DAIŞê de, ji ber wê yekê ew rê nadin Tirkiye êrîşî wê herêmê bike.

Herwiha di van rojan de, Serfermandarê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîka CENTCOMê General Kenneth Mckenzie serdana herêma Rojhilatê Çemê Firat kirîbû û l gel berpirsên HSD'ê civîn encam dabûn.

Li ser vê mijarê di bernama Hest û Helwest de, berêz Gelo Îsa Endamê Komîta Navîn ya Partî Demokratî Kurdên Sûriyê ji Kobanê û berêz Fehîm Îşik Şirovekarê Siyasî ev mijar şirove kirin.

Gelo Îsa dibêje,"Bakur û Bakurê Rojhilata Sûriyê herêmeke tena û bi ewleye Amerîka rê nade Tirkiyê ku wê herêmê aloz bike".

Herwiha Gelo Îsa dibêje, hatina şanda Amerîkî bo herêmê ji ber çend sedemên weke, plana rêgirtina li hember DAIŞê ku nikarebe cardin vegere, herwiha alîkarîya xelkê herêmê bikin ku vegerin ser ciyên xwe û çarerserî bû girtîyên çekdarên DAIŞê û hezaran malbatên wan di kampan de.

Berêz Fehîm Îşk herwiha dibêje, hin baskên li Tirkiyê yên ku Ewrasîne dixwazin Serokê Tirkiyê pitir ber bi Rûsya ve bibin, lê Amerîka dixwaze Tirkiye weke hevpeymanekî kevin bimîne û li çareseriyek navîn digere ku Tirkiyê razî bike û Kurdan jî ji dest nede.

Hest û Helwest 23 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:13 0:00

XS
SM
MD
LG